Bi xêr hatin ser PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
         
                Kurdish   |   Turkish   |   Engilsh  |   German

Menu
  • Rûpela Serî
  • Nivîskarên Xoybunê
  • Nivîskarên Mêvan
  • Dîrok û Kurd
  • Nexiþê Kurdistanê
  • Belavok Lêgerîn
  • Cand û Huner
  • Helbestên Gel
  • Forum
  • Ankêt
  • Nuce
  • Album
  • Slayd Show
  • Muzîka Kurdî - 1
  • Muzîka Kurdî - 2
  • Kovara Xebat Vejîn
  • Kovara Xoybun
  • Pelgeyên bi Kurdî
  • Perwerdeya Siyasî
  • Malperên Kurdan
  • Li ser me
  • Arsiva Nûceyan
  • Nivîs & Nûçe Biþîne
  • Game-Cilîp- Listik
  • Game - 36KurdishTV

  • Nivîskar

    Ali Cahit Kirac

    Belavok
  • Belavokên Me
  • PDK- ARSIV
  • Belavokên We
  • Arþiva Xoybunê
  • Arþiva Niviskaran
  • Niviskarên Derkirî

  • Helbest
  • Ehmedê Xanî
  • E. Xanî - Memozîn
  • Mela Ahmedê Cizîrî
  • Dîwana Melayê Cizîrî
  • Feqîyê Teyra
  • Celadet Elî Bedirxan
  • Cîgerxwîn
  • Ciwanê Abdal
  • Osman Sebrî
  • Alî Cahît Kiraç
  • Feqîr Ehmed
  • Ahîn Zozanî
  • Abdullah Karabag
  • Alî Kolo
  • Armanc Nerwey
  • Aydin Coþun
  • Aydin Orak
  • Agir Abad
  • Bihrî Bênij
  • Dildar Îsmail
  • Ezîz Xemcivîn
  • Fethî Gezneyî
  • Felemez Akad
  • Hemreþ Reþo
  • Hîwa Qasim
  • Hindirîn Gullî
  • Hekîm Xêlexî
  • Hejarê Kurd
  • Hekîm Xêlexî
  • Husên M. Hebeþ
  • Amade Dive !!!!
  • Leyla Þemmo
  • Kiyaksar Temir
  • Konê Reþ
  • Kovan Sindî
  • Kalê Kurdîsî
  • Mehmed Çobanoxlu
  • Mehdî Mutlu
  • M.Kewê Dilxêrî
  • Mihemed Salih Alî
  • Tê Amadekirin !!!!
  • Navser Botanî
  • Nîhad Temir
  • Royarê Tirbesipîyê
  • Seydayê Dilmeqes
  • Sebrî Botanî
  • Sediq Sindavî
  • Seyid Feysel Mojtevî
  • Þivan Perwer
  • Þengal Osman
  • Seyda yê Arî
  • Îsmet Dax
  • Î. Xelîl Þêxmusoglu
  • FeyzulleKhaznawi
  • Xizan Þîlan
  • Y. Sebri Qamiþlokî
  • Helbestên We
  • Helbest û Stranê We
  • Helbest û Stranê Gel
  • Helbestê Bêperde-1
  • Helbestê Bêperde-2
  • Helbestê Bêperde-3
  • Helbestê Bêperde-4

  • Dîroka Kurdistanê
  • Dîroka Kurd
  • Kronolijî
  • Imp. Med
  • 200 Salê dawî
  • Mervaniyan
  • Cum. Mahabad
  • Serhildanên Kurdan
  • Serokên Kurdan
  • Kerkuk Kurdistane
  • Nasîna Kurdistanê

  • Cand, Huner
  • Pêkenî 1
  • Pêkenî 2
  • Cîrok
  • Bûyerên Dîrokî
  • Gotinên bapîra
  • Tistonek
  • Dîlok
  • Durik
  • Henek
  • Kilîp û Vîdeoyê Kurdî
  • Pirs, Bersîv û Pêken
  • Çand huner û tiþt
  • Xwarinên Kurda
  • Sitran, Def û Zurne
  • Lîztik, Spielen, Game
  • Listikên Zarokan
  • Kincên Kurda
  • Edebîyata Kurdî
  • Zimanê Me
  • Perwerda Ziman
  • Perwerda Civana
  • Perwerda Zarok
  • Zarok
  • Qutîya Muzîkê-3

  • Nivîsên Siyasî
  • Kurdistana Serbixwa
  • Rêzname & Program
  • Projeyan

  • Rojane
  • Serxwesi
  • Biranin
  • Pirozbahi
  • Daxuyani
  • Sirove
  • Lekolin
  • Roj buyîn pîroz be
  • Roportaj
  • Agahdarî
  • Bang - Pêþwazî
  • Daxwaz
  • Xebatên me
  • Wesiyetname
  • Þermezar
  • Þahî û Þabun
  • Þirîgatî - Yekitî
  • Name ( Mektup )
  • Dîtin û Ramanê we
  • Civîn û Semîner
  • Ji Raya Giþtî Re
  • Xonçe, Xwençe

  • Jina Kurd
  • Tekoþina Siyasi
  • Tehdeyîyen Siyasi
  • Tehdeyîyen Civaki
  • Daxwazen We
  • Perwerde
  • Tenduristi

  • OL
  • Ola Êzîdî - Agahdarî
  • Ola Êzîdî - Nasîn
  • Ola Êzîdî - Wêne
  • Ola Zerdeþtî
  • Ola Cihû - Nivîs
  • Ola Cihû - Wêne
  • Îsa Mesîh - Jesus
  • Bibel & Jesus - Film
  • Ola Îslamî - Nivîs
  • Ola Îslam-Mewlud

  • Survey
    Hun dixwazin di vê malperêde zêdetir ci bibînin?

    Sîyaset
    Nûçe, Radyo, TV
    Dîroka Kudistan
    Cand & Huner
    Muzîka Kurdî
    Wêne ( Foto )
    Nivîskarên Kurd
    Zimanê Kurdî
    Pirtûk û Kovar
    Helbestên Kurdî
    Dibistana Kurdî
    Ansîklopedî



    Encama Pirsînê
    Pirsînên me

    Dengdan: 43299
    Nirxandin: 0

    PDK - Slide Show
  • Barzani Slide Show
  • PDK Slide Show 1
  • PDK Slide Show 2
  • PDK Slide Show 3
  • PDK Slide Show 4
  • PDK Slide Show 5
  • PDK Slide Show 6
  • PDK Slide Show 7
  • PDK Slide Show 8
  • PDK Slide Show 9
  • PDK Slide Show 10
  • PDK Slide Show 11

  • Di dirokede iro
    Rojek wek îro...

    Slide Show – Xoybun

    Muzîka Kurdî – 1

  • Muzîka Kurdî - 1

  • Muzîka Kurdî – 2
  • Muzîka Kurdî - 2

  • Photo Gallery–Xoybun

    Foto & Animasyon
  • Nîþana Azadîyê
  • Tekoþîngerên Kurda
  • Wene ( Foto ) - 1
  • Wene ( Foto ) - 2
  • Flaman û Logo
  • Anîmasyon
  • Lîztik-Spielen-Game

  • Projeyên Kurd
  • Projeyên Kurd

  • Lêgerin / Link
  • Malperên Lêgerinê

  • TV'yên Kurdistan ê.
  • Kurdistan TV - Zindî-1
  • Kurdistan TV - Zindî-2
  • Zagros TV - Zindî
  • Kurdistan TV
  • Kurdsat - Zindî - 1
  • Kurdsat - Live
  • Roj - TV - Zindî - 1
  • Roj - TV - Zindî - html
  • Roj - TV - Zindî - swf
  • MMC - TV
  • XOYBUN - TV
  • Þîn Þahî - TV
  • Êzidî - TV / Zindî
  • Malpera Êzidî-TV/Zindî
  • Rojava - TV
  • KNN - TV
  • Rojhelat- TV
  • Zagros - TV
  • Komala - TV
  • Kurd-1 TV - Zindî
  • Tishk - TV
  • Vîn - TV
  • Newroz - TV
  • Zaza TV-Flash-Player
  • Zaza-TV-Media-Player
  • Zaza TV

  • Paltalk Download
  • Paltalk Download

  • Reklam
  • Hunermendên Kurd
  • Karmendên Kurd
  • Kirîna Tiþtan
  • Firotina Tiþtan

  • Radio Xoybun
    Radio Xoybun - Dengê Vejîn ê, Amade Dibe !

    Ansîklopedîya Xoybun
    Ansîklopedîya Xoybun ê A û B, Amade Dibe !

    Partî û Rêxistin


    Medya Kurd, Ereb, Tirk
    Bijî Kurd û Kurdistan
    Malperên Kurdî, Yê
  • Polîtîk-Civak-Huner.

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Erebî

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Tirkî


  • Qutîya Muzîkê-1
  • Qutî ya Muzîkê - 1

  • Zêrzewat ( Sewze )
    Zêrzewat ( Sewze )

    Sazîyên Dijberê Tirka
    Rêxistinên Dijberê Tirka

    Radyo Zindî ( Lîve )
    7 - Radyo yên Zindî

    Qutîya Mizîka Kurdî - 3
    Qutîya Mizîka Kurdî - 4

    Kurdî û Îngîlîzî
  • Perwerde ya Zimanê Kurdî û Îngîlîzî

  • Musa | Cihû | Jewry

     
    C Ý G E R X W Î N

    (8853 gotin)
    (4613 car hat xwendin)   Dikare binivîse ser kaxêzê spî










    Hostayê edebyata kurdî Seydayê Cigerxwîn ê mezin, îsal dibe sed salî. Cigerxwîn di edebyata kurdî de pir roleke mezin dilîze. Wî di jiyana xweda gelek berhem, afrandin û eserên giranbuha ji gelê kurd re bi cih hîþtiye.

    Cigerxwîn di jiyana xwe de li ser her tiþtî nivîsiye. Ez bawer im tiþtên Cigerxwîn di jiyana xwe de dîtiye û bihîstiye dê ku ne nivîsiye tune ye. Li ser aþtî, azadî, dostanî, wekhevî, welatparêzî û biratî, li ser jiyanê, li ser tekoþînê, li ser bindestiya gelê kurd, li ser beg û axayên li Kurdistanê ku gelê me paþverû hîþtine, li ser karker û cotkaran, li ser þaîr û hozanê kurdan, li ser dewlemendên bêasil, li ser cografiya Kurdistanê, li ser dîroka Kurdistanê, li ser çiya û banî, zinar, daristan û gulên Kurdistanê, li ser zimanê kurdî û dewlemendiya zimanî kurdî û hînbûna zimanê kurdî, li ser folklor û stranên kurdî, li ser yekîtiya kurdan, li ser evînê û li ser têkoþîna gelên bindest di cîhanê de jî gelek þîr û helbest nivîsine.

    Cigerxwîn di hinek helbestên xwe de pir nerm e, bi hesret û keder e, di hinek helbestên xwe de bi gazinc û hawar e, di hin helbestên xwe de bi derd, kul, keder, ax û zar e û di hin helbestên xwe de jî pir bi hêrs e û sitemkar e. Ew bi nermiya xwe, bi hesret û kedera xwe, bi gazî û hawarên xwe, bi derd, kul, kered, ax û zarên xwe, bi hêrs û sitemkariya xwe, her dem bi gelê xwe re bûye.

    Cigerxwîn li her çar parçeyên Kurdîsanê geriyaye û di têkoþîna gelê me de her dem bi wan re bûye û bi helbest û afrandinên xwe kêþeya gelê me aniye ziman.

    Bi rastî ne hedê min e ku ez hostayê mezin Cigerxwîn binirxînim. Lê ji ber ku îsal sedsaliya Cigerxwîn e, dixwazim çend helbestên Cigerxwîn bidim nasîn û bi vî awayî Cigerxwînê mezin bi bîr bînim û serê xwe li ber wî bitewînim. Ez pir serfiraz û sebilind im ku min di hebûna Cigerxwîn de di sala 1981’î de li bajarê Bremena Almanya di þahiya NEWROZÊ de ew dît û destê wî maçî kir.

    Cigerxwîn di sala 1984’an roja bîs û dudiyê meha dehan de (22,10,1984) li Swêdê çû ser dilovaniya xwe.

    Lê ewê di dil û jiyana gelê me de wekî deryayekê wekî hozanekî heta hetayê bimîne. Mirov nikare Cigerxwîn bi çend gotin û meqaleyan bîne ziman. Bi rastî divê di pêþrojê de li ser jiyan û hemû helbest, afrandin û nivîsên Cigerxwîn kar û xebateke pir berfireh û akademîk bê çêkirin da ku gelê me û zarokên me xezîneya ku Cigerxwîn ji me re bi cih hîþtiye baþtir nas bikin.

    Cigerxwîn di helbesteke xwe de jiyana xwe bi kurtasî dide naskirin û wiha dibêje:

    Sala hezar û nehsed û sê ez hatime dinyayê,
    Bi navê siltan Þêxmûs ez çêbûme ji dayê.

    Heta bûm sêzde salî li gundê me’y Hesarê,
    Jina xwe min diborand paþê ji wê me da rê.

    Bavê min ê rîsipî xwedî mirov û rûmet,
    Ne mirovekî malgenî bi namûs û bi xîret.

    Ji tengasî, neçarî me ew gundê xwe berda,
    Hatin Amûda rengîn bavê min zû emir da.

    Diya min a belengaz pêncî salî dilovan,
    Salek piþtî bavê min ew jî li wî bû mêvan

    (Ji Dîwana Yekem r. 261)

    Hesar gundekî Mêrdînê ye. Ji dest feqîriyê malbata Cigerxwîn ji wê derê tên Amûdê Kurdistana Suriyê û demekê þûn de bavê wî û dayîka wî diçin ser heqiya xwe. Navê Cigerxwîn Þêxmûs e, navê bavê Cigerxwîn Hesen e, Hesen kurê Mihemed, Mihemed kurê Mehmûd, Mehmûd jî kurê Elî ye. Elî jî nav Qurtelan ji gundê Pêkendê hatiye nav dekþûriyên gundê Hesarê. Cigerxwîn zarotiya xwe li cem xwîþka xwe Asiyayê maye û îdareya xwe bi þivantî û cotkariyê kiriye û her wiha jî jiyana xwe berdewam kiriye. Cigerxwîn li Amûdê ji 18 saliya xwe þûn de li cem meleyan dest bi xwendina olî (dînî) dike. Di medreseyan de gelek tiþtan hîn dibe û þûn de bi eserên Ehmedê Xanî û Melayên Cizirî mijûl dibe û pêre dest bi nivîsandina helbestan dike û meletî jî li gundekî Kurdistana Suryê dike. Cigerxwîn bona yekîtiya kurdan wiha dibêje:

    Gelî kurdan ji xew rabin werin carek temaþa kin;
    Yekitî qenc e, pir baþ e, di Kurdistanê peydakin.
    (Ji Dîwana Yekem r. 46)

    Cigerxwîn di helbestek xwe de der heqê zimanê kurdî û qîmeta zimanê kurdî de wiha dibêje:


    Vejêne zimanê xwe ey xwendevan,
    Nebûye milet hîç kesek bê ziman

    Zimanê me xoþ û xeroþ û ciwan
    Eger baþ bizanî tu nakî ziyan

    Tu kurmanciya xwe ji bîr nekî
    Eger baþ nizanî divê zêdekî

    Elîfba û dîwan û ristan bixwîn
    Heta ko wekî min nebî dil bi xwîn

    Binêre zimanê te çend dewlemend
    Li bajêr, tu carek xwe bighêne gund

    Bibêhne çi þêrîne ev reng ziman
    Çi payebilind û çi rûmetgiran

    Bi pirsê xwe nazik, bi dengan sivik
    Ne pirsek biyanî bî nabî girik

    Tu paqijke zarê xwe þêrîn bike
    Bi kurdî tu baxêv û qêrîn bike

    (Ji Dîwana Zend-Avista r. 79)

    Cigerxwîn di helbestek xwe de, bi gazî û hawar e û wiha dibêje:

    Heval, ez bilûrvanim
    Dengê saza hozanim
    Ji we ez dilgiranim
    Ez nizanim çi bêjim
    Ez daxwaza Xanî me
    Rewþa neqþê Manî me
    Di ristê de kanî me
    Ez nizanim çi bêjim
    Arê dilê Cizirî
    Tava tora Herîrî
    Ez nûjenim bi pirî
    Ez nizanim çibêjim
    Nakin dengê saza min
    Guh nadin awaza min
    Yan nizanin raza min
    Ez nizanim çibêjim

    (Ji Ronak Dîwana 4’a r. 28)

    Cigerxwîn di helbestek xwe ya pir dirêj de qala qelsî, qelaþî û hovîtiya dijmin dike û wiha dibêje:


    Bibin weke saziman
    Emê çêkin Kurdistan !
    Lê ev xapên eþera
    Nakevin serê kera
    Þah jî dostê Barzanî
    Lê Barzanî pê zanî ;
    Þeþ milyon kurd li Îran
    Winda dibin bê ziman
    Þah serbestî nadî wan
    Nadî me çekên giran
    Ko em dijmin biþkênin
    Welat tevî bistênin
    Kurdên xwe nakî milet
    Çawa me bikî dewlet !
    Dijmin hemî wilo ne
    Elo ne, yan Silo ne
    Hemî divên xwîna me
    Kesek navê jîna me
    Divên ko me veþêrin
    Di nav xwe de bihêrin
    Navê me tev guhertin ;
    Da bibêjin ne kurdin
    Lê bizane, ey neyar !
    Zivistan çû, tê bihar
    Ew giyayê bin kevir
    Þîn tê rojek diçî der
    Bijîn kurd û Kurdistan !
    Nema dibin kolistan !


    (Ji Ronak Dîwana 4’a r. 80)

    Cigerxwîn di helbestên xwe de li ser evînê jî wiha dibêje:


    Pir xweþe pir xweþ
    Ev dinya pir xweþe
    Yar pal daye ser min
    Rû wek gula geþe
    Lêv ji gulên sorîn
    Maçan pev digorin
    Lêvên hev dimijin
    Tîna dil dikujin


    (Ji Ronak Dîwana 4’a r. 132)


    Evîn wekî saza dile
    Nalîn û awaza dile
    Xweþ vîn û daxwaza dile
    Ahî ji destê te evîn


    (Ji Ronak Dîwana 4’a r. 158)


    Mebê na, nazenîna min
    Were ey lêv þirîna min
    Li min xweþ ke birîna min


    (Ji Dîwana sisiyan r. 235)

    Gelek helbestên Cigerxwîn li ser jinên kurd û qehremaniya jinên kurd hene û ji wan helbesta bi nav û deng a Leyla Qasim e. Leyla Qasim keçeke kurd e û ji baþûrê Kurdistanê di sala 1952’yan de hatiye dinê. Wê bi têkoþîna xwe ya bi qehremanî ya li dijî rejima Iraqê di dilê gelê me de cihekî pir bilind girtiye û bûye sembola canfîdayiya keç û jinên Kurdistanê. Leyla Qasim ji aliyê rejîma Bexdayê ve di 12.05.1974 hat xeniqandin. Cigerxwîn ji bo Leyla Qasimê wiha dibêje:


    Þêr, Þêre, mêr yan jine
    Nîþan bi dest, Leyla mine
    Polaye dil wek asine
    Leyla kiye ?
    Leyla jine.
    Leyla mine
    Leyla mine...
    Leyla mine, Leyla welêt
    Wê dil li min kir ar û pêt
    Mizgî li kurd roja me têt
    Dijmin ji tirsan maye þêt
    Leyla kiye ?
    Leyla jine.
    Leyla mine
    Leyla mine...
    Stêr ji ezman hate xwar
    Zer bûn li min bax û bihar
    Rabin ji xew ey xwendewar !
    Tev mêr û jin bibne þiyar
    Leyla kiye ?
    Leyla jine.
    Leyla mine
    Leyla mine...

    Helbestek Cigerxwîn bi navê Qadî Mihemed pir bi nav û deng e. ORDÎXANÊ CELÎL di pêþgitina xwe ya bona Dîwana 7’an HÊVÎ de ji bo vê helbestê wiha dibêje: “Cigerxwîn helbesteke xwe pêþkêþî bîranîna serokê þoriþa Kurdistana Îranê Qazî Mihemed kir”:

    ”Xakî Kurdistan bi qurban, pir ciwan û paqijî,
    Xwîn rijandin pir kurê te wa li her alî rijî,
    Miletê kurd ta ko saxe ew ji vê rê nagerî,
    Aferî, aferî,
    Qadî Mihemed aferî”.

    CASIMÊ CELÎL di pêþgotina xwe ya bona Dîwana 6’an ÞEFAQ Cigerxwîn bi vî awayî dinirxîne: “Navê Cegerxwîn, navê hostê xebera, xudanê lewzê þîrin li herçarterefê Kurdistanê, ji rohilatê girtî hetanî roavaê, ji þimalê hetanî canûbê nava xwendevanên kurdad xweþ eyane. Þîerêd wî bûne stran û nava cimetê digerin. Xort û qîzê kurdaye nû biþkivî nivîsarê þayîr bi devkî hîn dikin, bîr û bawariya xwe, miletperwariya xwe bi wan þiêra tam dikin û bi xwe jî dibin ceger bi xwîn. Tune civînek yan jî êvarîk, li ku þiêrêd hilbestvanê kurdayî nav û deng neêne xwendinê.”

    CELADET ALÎ-BEDIRXAN di pêþgitana xwe ya bona Dîwana Yekem ji bo Cigerxwîn wiha dibêje: “Seyda ji þûrê ji kalên kiþandi bû, bera pûl û latên întiqadên batil û xurafeyan dida, þerê neyarê hundir dikir, li kurmên darê li kurmên ko dar dixwarin digeriya. Ew kurmên ko seydayê Xanî berî sê sed salî pêþ me kirine”.

    QEDRÎ CAN di pêþgitana xwe ya bona Dîwana Yekem ji bo Cigerxwîn wiha dibêje: “Qîmeta þehrên wî a mezin jî ev e, bi rûhekî nû ajotiye ser fikrên kevnare û bi zmanek þêrîn û þe’bî tewþ bûn û zerara wan nîþan kiriye”.

    OSMAN SEBRÎ di pêþgitana xwe ya bona Dîwana Duyem SEWRA AZADÎ ji bo Cigerxwîn wiha dibêje: “Cegerxwîn di kurdîtiya xwe de î rast û durust e. Ewçend rast û durust ku, di riya welat û welatiyên xwe de singa xwe ji zîvarî û belangaziyê re vekiriye”

    HAMDÎ DERWÊÞ di pêþgitana xwe ya bona Dîwana Sêyem KÎME EZ ji bo Cigerxwîn wiha dibêje: “Cigerxwîn bi rast û xebata xwe, xwest rengekî gelêr (þa’bî) bidê tevgera kurd, û bivî awayî ban temamên qorên (tebeqên) millet kir, da ko bi hevre bi yek destî rabin û welatê xwe rizgar bikin”.

    Helbestek Cigerxwîn ku pir bala min kiþandiye, ev helbest, rexne ye û her dem munasibê rojevê ye jî. Cigerxwîn di vê helbesta xwe de KOMA MILETA (UNO) (Neteweyên Yekbûyî) rexne dike û gilî û gazinên xwe arasteyî wan dike. Heta ku Neteweyê Yekbûyî ‘NY’ (Koma Miletan) kêþeya gelê kurd hilnede rojeva xwe û jê re çareseriyekê nebîne, divê ev helbest her dem bê gotin.



    KOMA MÝLETA

    Welatê kurda tev xêr û bêr e,
    Hemî maden e tev ziv û zêr e,
    Lê çi bikim îro maye j’xelkê re.

    Welatê kurdan hemî çîmen e,
    Egîd û þêr û piling tê hene,
    Hemî haval û pismamên me ne.

    Pêþ li dinyê du dewlet hebûn,
    Yek jê Faris bû, ew em bi xwe bûn,
    Tirk û tazî û ecem tune bûn.

    Em ne tazî ne, ne tirk û rom in,
    Xwedan paþan e, leþker û kom in.
    Îro wêran in bin destê bûm in.

    Xelkê em kuþtin avêtin çeman,
    Begler û paþa di nav me ne man,
    Koma miletan eman û eman.

    Koma miletan ma qey tu ker î,
    Çavê te kor e tû l’ me nanerî,
    Yaxûd dijmin î, tu j me nagerî.

    Koma miletan hûn polperest in,
    Der heqê me de hun qewî sist in,
    Dijmin bi dostî em îro xistin.

    Gunhê me çi ye bo çi dey nakî,
    Pirsê ji halê me kurdan nakî,
    Em kêm ketine tû me ranakî.

    Ev ne huryet e, kotek û zor e,
    Lê hun dizanin dinya bi dor e,
    Çerxek li jêr e çerxek li jor e.

    Xewa me nayê, em qet ranazin,
    Em ji we dikin hêvî û gazin,
    Em jî heqê xwe her dem dixwazin.

    Te em xapandin civata rengîn,
    Ji destê te em giþ bûne xemgîn,
    Ne ez bi tenê tev bûn Cegerxwîn.


    (Ji Dîwana Yekan r. 125)

    PROF. Û ZIMANZAN QANATÊ KURDO (Bi kurtasî li ser jiyîna Qanatê Kurdo divê çend gotinan bibêjim da ku xwendevan jî baþ bizanin ku Qanatê Kurdo kî ye. Ji ber ku ezê di pêþerojê de bi firehî li ser Qanatê Kurdo bisekinim. Ez naxwezim di vê gotarê de pir bi dirêjî li ser jiyan û afrandinên wî binîvîsim. Qanatê Kurdo bi xwe ji hêla Qersê, gundê Sûsizê hatiye dinê. Di Þerê Cîhanê yê Yekem de malbata wî, mala xwe ji ber þer bar dikin û diçin Ermenistanê. Malbata Qanatê Kurdo bi xwe kurdên êzîdî ne. Ew li Ermenistanê dixwîne û di sala 1928’an de ji bo xwendina xwe ya bilind diçe Lenîngradê û xwendina xwe li wir diqedîne. Ew dibe Prof. û zimanzan. Ji edebyata kurdî re gelek xizmetên giranbuha û delal dike û di sala 1985’an de diçe ser dilovaniya Xwedê. Eser û berhemên Qanatê Kurdo ev in: 1. Gramatîka Zimanê Kurdî 2. Zimanê Kurdî 3. Gramatîka Zimanê Kurdî ser qinyatên Kurmancî û Soranî 4. Tarîxa Edebyata Kurdî 5. Ferhenga Rûsî Kurmancî (35 hezar kelîme) û Ferhenga Rûsî Soranî (30 hezar kelîme) û yên din.) di pêþgotina DÎWANA Cigerxwîn a 5’an de, Cigerxwîn, þîir û helbestên wî, bi zimanekî pir baþ, ilmî û delal dide naskirin. Ev DÎWAN di sala 1981’î de li STOKHOLM’ê di nav weþanên “ROJA NÛ” de hatiye weþandin. Qanatê Kurdo bi zimanê xwe yê delal der heqê Cigerxwîn de di pêþgotina xwe ya 29 rûpel’î de wiha dibêje:

    “Cegerxûn bi reng û rûyê xweva, bi nivîsarên xweva wek teht û kelemên serê çiyayên Kurdistanê here bilinde;sedan sed sal hatine, çûne û bihirîne, lê ew teht, ew kelem li ciyê xweda bi tîk, qaym û berk mane, Cîgerxûn jî li hunerweriya xweda, li bîr û bawara xweda bi qaym serbilin û serfiraz maye û li riya xweda her diçe û diçe.”

    ”Cegerxûn bi rewþa xweva, bi efrandinê xweva, bi ramana xweva behra bê berî û bê biniye, gelek girane meriv noqî wê behrê be û binaznbe çi di behrêda heye. Bona wê yekê divêt meriv noqvanê zana be û pispor be”

    ”Lê sed car heyf niha zanyarên lîteratûra kurdî tunene, lê ez bawar dikim, ku li paþwextiyê zanyarên wusa ji nav neteweyê kurd derekevin, mujûlî wan pirsan bibin; kî dizane, dibe wextekê li Kurdistana serbixweda înstîtuta lêgerîna lîteratûra kurdî bê naskirinê bi navê Cegerxûn û di wê înstîtûtêda bi pilanî mijûlî efrandinê wî bibin. Layqe jî bê sazkirinê û zanyarên kurd bixebitin nek bi tenê li ser lêgerîna þêr û helbestên wî, lê wusan jî li ser nivîsarên wî derheq zimanê kurdî (li ser ferhenga wî kurdî û destûra wî ya zimanê kurdî û yên din). Bi fikir û ramana min efrandinên Cegerxûn bi temamî bi naverokên xweva, bi hunurê nivîsarêva, bi bedewiya nivîsandina xweva ji nivîsarên gelek þayîrên dinyayê bi navdar, þûreþgir û demoqratên niha danaxwe. Eger þêr û helbestên Cegerxûn bihatan wergerandinê ser rûsî, înglîsî, fransî û almanî, dinyayê pê bihesiya û bigota eva giliyan rastin, neteweyê kurd dikare xwe bextewar hesab bike, ku þayîrekî wusan mezin, pêþkevtî, demoqirat û înternasîonalîst ji nav sîng û berê Kurdistanê derketiye û, helbet, neteweyê kurd dikare bi navê Cegerxûn ferîx û kubar be.”

    ”Her þêreke Cegerxûn, her helbesteke her çar dîwanên Cegerxûn ji nav dil û hinavê wî, ji kuraniya dilê wî, ji hiþ û aqilê wî gihîþtî û safî û ji behra zanîna wî hatine gotin û nivîsandinê”

    Min ev gotin ji nav pêþgotina QANATÊ KURDO hilbijart. Lê ez dixwazim vê pêþgotinê bi tevahî ji we xwendevanên hêja re bidim nas kirin ji ber ku gotinên QANATÊ KURDO pir bi zanîn û bi ilmî ne.

    “Meha avgûstê sala 1980 ji Stokholmê serwerên kovara kurdî ”Roja Nu” dîwana çaran ya þaîrê me ezîz Cegerxûn ji minra þandibû, ku ez pêþgotinê bo wê binivîsim. Serwerên wê kovarê nivisîbûn: ”Em û mamosta Cegerxûn li wê ramanê bûne yek, wekî di destpêka vê pertokêda pêþgotina te mamosteyê mezin hebe.

    Em hîvîdarin, ku tu ji mera ser vê efrandinê bîr û bawariya xwe ango dîtina mîna pêþgotinekê bi rê kî”

    Gelî heval û hevkarên delal !

    Berê pêþîn ez gelekî þad bûm, ku þervan û têkûþerên kurdan li Evropa hene, teþkîl û sazmanên wan hene, ku ew bi pirsên rewþenbîrkirina neteweyê xweva mijûl dibin, dixwezin dîwana Cegerxûn bona xebatkar û tekûþerên îþ û karên ronahiyê çap bikin. Ez gelekî þame, ku we ramana xwe kiriye yek, ku ez bîr û baweriya xwe mîna pêþgotinê li ser wê dîwanê binivîsim. Ew sipartin bextewarîke mezine, li jiyîna xweda ez gihîþtime wê rojê, ku bi xwestina we dikarim þixulekî bi xêr û hêja bikim bona neteweyê xwe.

    Spartina we li ser çava qebûl dikim, lê divêt hûn bizanin, ku nivîsandina pêþgotinê bona dîwana þayîrê meyî mezin û hezkirî Cegerxûn ne tiþtekî hêsaye. Bona vî karî, bona vî þixûlî divêt meriv li hemû pirsanda zana, hozan û pisporbe, bi zanîna xweva çend seriyan li Cegerxûnra be; ez xwe hesab nakim merivê wusan û bi fikira min pêwiste bêjim, ku heta niha sed car heyf, ku li bav netewiyê meyî bindestda merivên wusa tunene; bi rastî gotî, dibe hebin, lê min navê wan ne bihistiye, eger hebûna, minê xwe bextewar hesibbikira û ji kovara ”Roja Nu” ra binivîsiya, ku nivîsandina wê pêþgotinê bona dîwana Cegerxûn bispêrne wî. Lê niha herçend serwerên wê kovarê pêra layq dîtîne, ji minra nivîsiye, ku ez ”pêþgotinê ango dîtona xwe mîna pêþgotinê” binivîsim, ez mecbûtim wê xwestinê biqedînim, bînime serî.

    Cegerxûn bi reng û rûyê xweva, bi nivîsarên xweva wek teht û kelemên serê çiyayên Kurdistanê here bilinde;sedan sed sal hatine, çûne û bihirîne, lê ew teht, ew kelem li ciyê xweda bi tîk, qaym û berk mane, Cîgerxûn jî li hunerweriya xweda, li bîr û bawara xweda bi qaym serbilin û serfiraz maye û li riya xweda her diçe û diçe.

    Di jiyîna Cegerxûnda li nav her çar parên Kurdistanêda gelek rojên giran qewimîne, li jiyîna xelkê kurdda gelek caran bûye reþbayî, bobelîsk, tofan û baran, lê teht û kelemên serê çiyayên Kurdistana dabeþkirî li ciyê xweda mane, ne leqiyane; Cîgerxûn jî mîna wan teht û keleman li ser bîr û bawara xweda bi qaym, berk rawestaye, ji ciyê xwe çep û rast ne leqiyaye, ne hejiyaye, raste-rast li riya xweda ber bi merem û hebesta xwe diçe û wê here; ew bûye dengbêj û borîjenê serbestiy û azadkirina neteweyê kurd, ev bû û eve armancan jiyîna wî mêrî. Li dor û berê çiyayên kurdan, li deþt û bestên Kurdistanê xûnavîda xelqê kurd toximê kurdewerî û wetenperweriyê reþandiye. Li tarîx û dîroka kurdanda gelek û gelek zeftkar hatine, ku rabine ser wan teht û kelemên serê çiyayên welatê kurdan, xwestine kurdan qir bikin, li nav xweda pûç bikin, bihelînin, lê nikaribûne û nikarin bikin. Ji rijhilat, ji rojava, ji jor (bakûr) ji jêr (baþûr) gelek û gelek caran dijminan li ser kurd û Kurdistanêda girtine, gelek caran mêrkuj û xûnrêjên mîna Cîngîsxan, Ayatola û mayatola kurd û Kurdistan kirine nav agir û alavan, talan û tajan kirine, sotine, kuþtine, lê nikaribûne reha kurdan ji binîva biqurçinînin, nikaribûne û nikarin, çimkî gelek mêrên mîna Cîgerxûn ji nav sîng û berên çiyayên Kurdistanê ji paþila jinên kurd yên delale xûnþîrin û binge û binejiya kurdan derketine, rabûne û ala kurdeweriyê û kurdperweriyê, ala azadkirina kurd û Kurdistanê girtine destê xwe, serwerî û rêbirî li þerê serxebûna neteweyê xwe kirine. Navê gelek mêrxas, þerkeran û qeremanen li tarixa kurdanda, xasima li sedsaliyên nozda û bîstanda, aþkeraye. Wana jî toximê azadkirina kurd û Kurdistanê reþandiye, her sal li dû hev ew toxim li nav deþt, mêrg û newal û bestên welatê kurdan hêþîn dibin, digihîjin, li nav wanda gelek kulîlk, gul dibiþkivin û dilê keç û xortên kurd þa dikin û pêra tînne bîra wan, ku ew gul, ew kulîlk bi xûna mêrxasên meydanê þerê serxebûna neteweyê kurd avreþan bûne, gihîþtine û bihar-bihar her sal dil canê qîz û xortên kurd qal dikin û ew hazir dibin bona rojên oxirmê giran, bona roja xîret û namûsê.

    Miletê kurd bi navê mêrxas û qeremanên þerê serxebûna welatê xwe fexîr û kubar dibe, nek bi tenê bona wê yekê, ku li tarîxêda ew mêrxas û ew qereman bi çek û sîlahanva rabûne, derketine meydana þerê azadkirina miletê xwe, lê wusan jî wana mala xwe, canê xwe û ruhê xwe terxan kirine bo xatirê serxwebûna kurdan, bo xatirê azadiya wan. Miletê kurd wusan jî bi navê þayîr û helbestvanên xwe fexir û kubar dibe, ew qedir û qîmetê wan dizane, bi navê wan serbilinde, çimkî ew þayîr, ew helbestvan ji ber pêþ û paþila jinên kurd yên jîr û êgin û zîrek derketine, ji nav þaxên Kurdistanê rabûne, derketine meydana þer, li rex qeremanê çekdar wek teht û kelemên serê çiyan bi þêranî ala rengê sor, kesk û sipî girtine destê xwe, þer kirine, mala xwe, ruhê xwe, canê xwe terxan kirine bo xatirê azadkirina neteweyê xwe, welatê xwe.

    Çaxê ez navê þayîrên kurdan, navê helbestvanên kurdan tînim bîra xwe, herdem navê hezkerê me, þayîrê me mezin û hêja Cegerxûn tê ser lêvên min, li hiþ û serê minda rûniþtiye, ku ewî jî mala xwe, ruhê xwe û canê xwe terxan kiriye bo serbestî û serxwebûna kurdan; dibe raste, ez bêjim li sedsaliya meda þayîr û helbestvanê kurdên kurmanc yê herî mezin bi fikir bîr û bawara xwe pêþketîvam, bi ramana xweva, bi jiyî û hunerê xweva (mîna) Cegerxûn tune. Cegerxûn bi rewþa xweva, bi efrandinê xweva, bi ramana xweva behra bê berî û bê biniye, gelek girane meriv noqî wê behrê be û binaznbe çi di behrêda heye. Bona wê yekê divêt meriv noqvanê zana be û pispor be; ez xwe hesab nakim mervê wusan. Cegerxûn nek bi tenê þayîr û helbestvane, ew wusan jî zana û zanyare, ne rehete li ser hemû efrandinên Cîgerxûn li vira binivîsim û fikira xwe bi firevan binivîsim. Lê herçend kovara ”Roja Nu” sipartiye min, ku ez pêþgotinê bona dîwana wî, bona wî þêrê nav çiyayên kurdan binivîsim, ez nikarim bêjim na, ez mecbûrim qasî qeweta xwe, qasî zanîna xwe çend giliyan binivîsinm; lazime ez binivîsim çimkî ”Roja Nu” dixwaze wê dîwanê çap ke bona palan û gundî û xebatkarên kurd. Di vî îþîda ez berpirsiyari çend giliyan binivîsim.

    * * * *

    Li sala 1947 li Înstîtûta rohilatnasiyêda ez mijul ziman, etnografî û lîtêrtûra neteweyê kurd dibûm. Lli wê înstîtûtêda gelek zanyarên rûs yên mezin û navdar dixebitîn, li nav wanda çend profeserên qedirgir hebûn: Aleksandir Arnoldovîç Frêyman, ew serokê koma îrannasan bû, ez li ber destê wî û bi serkariya wî mijûlî karê xwe dibûm, Îgnatî Yûlîanovîç Kraçkovskî serokê koma erebnasan bû, akadêmîk Vasîlî Vasîlêvîç Strûvê-serokê înstîtûta rohilatnasiyê bû, Evgênî Edûardovîç Bêrtêls-serokê kafêdra fîlologiya îraniyê ya fakûltêta rohilatnasiyê ya zanînga Lênîngradê bû û yên din bûn. Mabeyna min û wan xweþ bû, wana ez hez dikirim û gelek caran arîkariya min dikirin, temî û wesiyetên baþ didane min.

    Rojekê ez li sivdera înstîtûta meda rastî profêsor Kraçkovskî hatim. Ewî ez dame sekinandinê, devê çentê xwe vekir û kitêbek jê derxist, dirêjî min kir got ”Xortê delal, han ji tera vê kitêbê, dibe hewesa te pêra hebe, bi kurdî nivîsîne, îrannasê navdar Vlidîmîr Fêdorovç Mînorskî ji Londonê þandiye, lê binihêre, bixûne, dibe kêrî te be”.

    Min ew kitêb hilda, lê nihêrî, dît, ku bi herfên latînî li ser nivîsîne ”Dîwana Cegerxûn”, min rûpêlê wê vekir, li rûyê din dît: þiklê Cegerxûn çapkirî bû, li biniya wîda nivîsî bûn: ”Xwediyê dîwanê”. Min fehm kir, ku Cegerxûn xweyiyê dîwanêye, lê min nizan bû Cegerxûn kiye, min navê wî, navê merivê awa nebihîstibû, ez fikirim, ketme mitala ”Cegerxûn kiye?” çima ”Dîwana Cegerxûn”; li berê ez haj pê nî bûm, ku Cegerxûn þayîre.

    Min belgên kitêbê wergerandin, navê çend þêran xwendin, li axiriya kitêbê navnîþa þêran nivîsandibû, min pêþgotin xwend û pê hesiyam, ku kitêb li Sûriyê bi arîkariya rewþenbîrkerên kurd hatiye çapkirinê, ku Cegerxûn navê þayîrî zêdeye, navê wî eslî Þêxmûse, yanê Þêx Mûsaye. Bi naverokên þêrên dîwana wî ez pê hesiyam çima ewî navê ”Cegerxûn” li xwe kiriye. Ji ber halê qultiya miletê kurd, ji ber derd û kulê gundî û pale û xebatkarên kurd ew dilêþ bûye hergav bûye ah û zarê wî, dil û cegera wî xûn girtine, sebeb vê yekê ewî navê xwe kiriye Cegerxûn. Bi xwendin dîwana wî ez pê hesiyam, ku ew ne þayîrê sedsaliya navîne, lê þayîrê zemanê meyî nihaye; hewas û kêfa min bi zimanê dîwana wîra hat, kurmanciya wî gelek xweþ bi min hat, gelek wext bû, ku min ew dîwan hergav bi xwera dibir, ji destê xwe der ne dixist, çaxê ez ji îþ û karê xwe azad dibûm, min ew dixwend, çiqas diçû, ewqas hewesa min bi þêr û helbestên wîra dihat, her þêrekê, her helbestekê ez didame hêlana û heycana. Di wanda derheq derd û kulê miletê kurd, jiyîn û halê kurdan û þerê wanî serxwebûn hatibû nivîsandinê. Berê min qet kitêbên nivîskarên kurdan yên mîna vê dîwanê ne dîtibûn û ne jî xwendibûn; li wê dîwanêda berê pêþîn min deng û bas yekbûn, hevkariya kurdan bo xatirê serxwebûna welatê wan xwend. Bi xwendina wê dîwanê hate ber çavê min dîroka þerê kurdan, serhatî û dîroka zana û hozanên kurdan, min xwe bextewar hesab kir, ku dîwana wusan ketiye destê min, ku pê hesiyam, ku þayîrekî kurda wusan heye û navê wî Cegerxûne.

    Ji welatê Sovêtê der bi saya serê Celadêt Bedirxan û Kamûran Bedirxan nav û dengê Cegerxûn zûva li nav her çar parên Kurdistanêda belav bûbû, herdu mêrên qeremanê þerkerên rewþenbîrkerên neteweyê kurd li kovarên xwe ”Hewar”, ”Roja Nû” û ”Sterda” ”Ronahiyêda” herdem þêr û helbestên Cegerxûn çap dikirin û kovarên wan li nav salên 1932 û 1945 - da bûbûne binge û binaxa çapkirin û belavkirina efrandinên Cegerxûn. Eger ew kovar tunebûna, ne hatina çapkirinê, þêr û helbestên Cegerxûn jî qet çap ne dibûn û xelqê kurd pê ne dihesiya, ku li nav wîda hozan û zana û þayîrên mezin hene, ku yek jî wan Cegerxûne.

    Di kovar û rojnamên Celadet Bedirxan û Kamûran Bedirxanda kurdnasê firansî Toma Buwa û Rojê Lêsko çend miqalên piçûk derheqa jiyîn, îþ û karê Cegerxûnda û derheqa þêr û helbestên wî kurdewerî û wetenperwerîda çap kirine. Bi gilîkî ji welatê Sovêtê der nav û dengê Cegerxûn zûva eþkera bû, her li Sovêtîstanê kesek haj wî mêrî tune bû, navê wî ne bihistîbû ne jî efrandinê wî xwendibûn.

    Li sala 1952-da min miqalek bi navê ”Lîteratûra kurdên derva derheqa halê kurdên Sovêtîstanêda” li kovara ”Îstoriya î fîlologiya strav Vostoka”-da vî. 3 li Lênîngradêda bi zimanê rûsî çap kir. Di wêda min çend rêz þêrên Cîgerxûn li ser welatê Sovêtê çap kirin, anîn ber çavên xwendekaran, ku pê bihesin Cegerxûn di þêrên xweda dinivîse, ku Sovêtîstan dostê neteweyê kurde, ku ew terefdar û piþtîvanê þerê azadîkirina xelqê kurde, ku eskerê sor wê bibe azadkerê kurd û Kurdistanê, ku xelqê kurd ketiye ser riya Marks û Lênîn û qet tu cara ji wê rê der nakeve.

    Li paþê li nav salên 1946-1953-da min li zanînga Lênîngrada dersê zimanê kurdî dida þagirtên kafêrdra fîlolojiya îraniyê. Bi biryarê wê kafêdrê gerek ew þagirtên kurdî hîn dibin, biçûna nav kurdên Ermenîstanê, bibînin ew çawan dijîn û li nav wanda bi praktîkî hînî xeberdana zimanê kurmancî bibin.

    Havîna sala 1953 min þagirtên xwe M. B. Rûdênko, R. L. Sabolov, T. N. Paxalîna, A. I. Îvanova, A. A. Grûnbêrg, H. I. Usupov û yên din bi xwera birine praktîkê kurdên nehiya Abaranê. Berî hîngê bextê min lê xistibû, dîwana Cegerxûn ya duduwan jî ketibû destê min. Eva dîwana ji ya pêþîn baþtir bû, têda nek bi tenê þêr û helbestên derheqa jiyîn, ayîn, hal û dîroka þerê serxwebûna kurdan hatibûne nivîsandinê, lê wusan jî derheqa dostî, hevkarî, azadî û aþtî li nav neteweyên bindestîda hatibûne nivîsandinê. Þêr û helbestên vê dîwanê gelek xweþ bûn û min ew dîwan bi xwera bir. Ez û þagirtên min em li gundê mezin cîwar bûn. Hingê Emînê Avdel bi jin û zarûwên xweva hatibûne wî gundî, li mala xalê Cindîda cî-war bûbûn. Bi xwestina Emînê Avdel ez jî çûm ketme mala xalê wî û tev kulfetê wî cîwar bûm, þagirt jî li otaxên dersxanêda cî-war bûn. Hîngê min carnan þêrên dîwana Cegerxwûn ji Emînra û biçûkên mala wîra dixwendin. Ew þêr bi Emîn û zaruwan xweþ dihatin. Li paþê min û wîva ramana xwe kire yek, ku ji wê dîwanê þêrên Cegerxûn yên bajarvaniyê (þêr û helbestên pêþketî, þûreþgirî, kurdewerî, wetenperweriyê, dostî û hevkariya neteweyan) hilçinin û cuda li beravokêda bona kurdên Sovêtê bi herfên kîrîlîkî (rûsî) çap bikin. Hingê hevalekî me kurd li komîtêta partiya kamûnîstên Ermenîstanêda dixebitî. Em çûne cem wî, ku ew arîkarî me bike bi tevayî em herne dîwaneke çapxanê lava bikin, ku þêrên Cegerxûn yên bijare bi herfên rûsî bona kurdên Ermenîstanê çap bikin. Wewî hevalî milê ne da ber xwestina me, got: ”Ez çi zanim Cegerxûn kiye, belkî koneperest derkeve, dijminê welatê Sovêtê be, zehf ji ewî çend xweberên baþ derheqa welatê meda nivîsîne xwe hesab dike bolþevîk, komînîst”. Ez Emînê Avdel bi dilê xem, por pojman ji otaxa qulixa wî derketin, vegeriyan çûn.

    Li sala 1957-da min rêzmana xwe ya kurmancî (Gramatîka kurdskogo yazîka (kurmancî) bi zimanê rûsî çap kir. Hingê min pêra layq dît çend þêrên Cegerxûn di wê rêzimanêda çap bikim. Min ev þêrên jêrîn: ”Halê gundiyan”, ”Reþo û gundî”, ”Ta kengê emê karker û cotkar bin”, ”Xendin”, ”Pembûwê meye, lê em tazîne”, ”Heval Pol Robson”, ”Mehrecana Berlînê”, ”Hozan û þayîrên kurd” di wê rêzmanêda çap kirin (300-310). Di rûpelê þeþanda derheqa Cegerxûnda min ev xeberên jêrin nivîsîne: ”Cegerxûn vîdayûþîîsya kurdskiy poêt Sîrîî, botêts za nasîonalnûyû nêzavîsîmost, dêmokratiyû î osvobojdêniyê narodov Blijnêgo Vostoka ot gnêta împrîalîzma” yanê ”Cegerxûn þayîrê kurdên Sûriyê navdare, li helbestên xweda ew derdikeve meydana þerê neteweyên bindest ji bin zulma împêrîalîzmê bo xatirê serxwebûna wane demoqratî”.

    Li paþê di nav salên 1963-1966 Ordîxanê Celîl ji Ermenîstanê þandibûne Lênîngradê cem me, ku kursa apîrantûrêda hîn be. Çaxê ew hîn dibû, min herdu dîwanên Cegerxûn dane wî, ku bixûne. Li wextekîda ew bû nasê efrandinên Cegerxûn, þêr û helbestên wî hez kirin. Rojekê ewî ji minra got: ”Apê Qanat, baþ dibe, eger hine þêrên Cegerxûn bi herfên rûsî bona cahilê Ermenîstanê çap bikin”. Min got: ”Ew meremekî baþe, çend sal berê min bi xwe xwest wê xebatê bikim, lê hingê hevalekî qulixdar û berpisyar li wê pirsêda arîkarî min nekir, niha tu bike, ezê arîkarî te bikim, þêrê Cegerxûn bijare çap bikim”. Ewî þêr û helbestên Cegerxûn ji dîwanên wî yê bajarvaniyê derxistin, wergerandne ser herfên rûsî û pêþxeber ji berhevoka wan þêranra bi kurmanciya þkestî nivîsî, di wê pêþgotinêda derheqa qedir û qîmet û nirxê wan þêran li pirsa civakî û siyasetêda þiro vekir, pêþgotin da min, min ew rast kir û ramana xwe bona çapxana Ermenîstanê nivîsî, ku çapkirina wê berevika þêr û helbestên Cegerxû gelek bi muhîm û feydaye bona kurdên Ermenîstanê. Ew Berevok li sala 1966 li Ermenîstanê bi lê nihêrîna wêzîrê Eso hate çapkirinê.

    Li sala 1966 ji Azêrbecanê kurdekî ji minra namak nivîsî; ewî di nama xweda nivîsîbû: ”Navê min Eskerov Þamile, ez kurdê nehiya Kelbêcarême, li wê nehiyêda kurd dijîn, min mekteba partiyê li Bbakuyê xilas kiriye, niha li nehiya Kelbêcarê li nav kurdanda mijûlî xebata rewþenbîrkirina netewe dibim, mêla min heye li ser lêgerîna lîteratûra kurdî bixebitim, ez lava dikim, tu bi kerema xwe ji minra binivîsî lîteratûra kurdî heye?, li kîderê dest dikeve?”.

    Min bersiva nama Eskerov Þamil nivîsî, ku du dîwanên þayerekî kurdên Sûriyê li cem min hene, nivîsarê wî gelek bi qîmet û hêjane, navê wî Cegerxûne, ezê dîwanên wî ji tera biþînim, tu bixûne bi fikira min layqe meriv xebateke zanyarî derheqa efrandinên wîda binivîse”. Ew qayl bû, name nivîsî, got: ”Bi kerema xwe wan herdu dîwanan ji minra biþîne, ezê serbixebitim, lê bigerim, serderiyê lê bikim, dîsêrtasiya zanyarî li ser efrandinê wîda binivîsim”. Min herdu dîwanên Cegerxûn ji Eskerov Þamilra þandin. Sal û nîvek þûnda ew hate Lênîngiradê, meheke havîn li mala minda ma, hemû kovar, rojnamayên kurmancî (Hewar, Roja Nu, Ronahî, Stêr) û kitêb û pertokên li ser tarîx û kûltûra kurdan çapkirî xwendin, çi bona xebata wî zanyarî lazim bû, ewî jê hilçand û sala 1969 bi xêr û silamet dîsêrtasiya xwe ”Efrandinên þayîrê kurd Cegerxûn” pawan kir. Xên ji wê ewî pertokek bi zimanê azerbêcanî ”Xelqin þayîr Cegerxûn” çap kir. Di xebatên xweda Eskerov Þamil efrandinên Cegerxûn parê ser van koman dike: I ) Þêrên yekbûn û rewþenbîrkirina (ronahîkirina) 2 ) Þêrên dostiya neteweyê kurd û neteweyê Sovêtê, 3 ) Þêrên li ser aþtiyê li dinyayêda? 4 ) Þêrên pêþberî þêx û pîrên muftexur.

    Li paþî analîza van þêran Eskerov Þamil mijûlî kêþ û qafiya (çapa rêzebendê) þêrên Cegerxûn bûye û hatiye ser wê fikirê, ku Cegerxûn þêrên xwe bi çapa rêzbenda û forma muxames, mesnevî, qasid, rûbayî û gezelî li hev anîne lê bi piranî ewî þêrên xwe bi formên bangan nivîsîne, gelek þêrên wî rêzên wan þeþbangîne, heftbangîne, heyþtbangîne, dehbangîne û mîna stranên kurdî bendên wan li hev tên û bi teqil têne gotinê û stranê. Li paþî wan nivîsarên min li jorê navê wan nivîsandî li gelek nivîsarên nivîskar û zanyarên Sovêtîstanêda navê Cegerxûn dihate nivîsandinê, dihate gotinê, ku ew þayîrê neteweyê kurdî herî pêþkevtiye, herî dêmoqrat û înternasînaliye (binêre ”Almanax Kurdskoy Lîteratûrî”, Baku, 1959; Ndo Mahmudov, Neteweyê kurd, Êrêvan, 1959 (bi zimanê Ermenî); Bolaþya Sovêtskaya ênsîklopêdiya, Moskva, 1963, t. 24; Jurnal ”Drûjba narodov” 1963, N 12 û yên din).

    Bi vî cûreyî nav û dengê Cegerxûn li nav Sovêtîstanêda belav bû, biçûk û mezinên kurd navê wî þêrên wî bihîstine, dixûnin gelekan þêrên wî ezber kirine, li êvariyanda bi ezber dibêjin; zanyarên kurd û rohilatnasên Sovêtê pê hesiyane, ku þayîrekî kurd þûreþgir, pêþketî û demoqrat heye, ku navê wî Cegerxûne e. Me eva zanibû çaxê herdu dîwanên wî pêþîn ketibûne destê me. Niha em pê hesiyane, ku dîwana wî sisiyan ”Kîme ez” derketiye û niha ji dîwana wî ya çaran hazir bûye bona çap kirinê. Eger em bi temamî li naveroka (mezmûna) hemû dîwanên wî binêrin, baþ bifikirin, emê bêne ser wê fikirê, ku efrandinên wî bi bîr û bawara xweva, bi nêt û meren û mebestên xweva pareve dinin ser van koman: I ) Þêr û helbestên li ser jiyîn, ayîn û halê kurdan; 2 ) Þêr û helbestên li ser zana, hozan û þayîrên kurdan; 3 ) Þêrên dildariyê û evîntiyê; 4 ) Þêrên li ser bajarvaniyê (yên dostî û hevkariya neteweyan û aþtî li nav wanda) 5 ) Þêrên tarîx û dîroka þerê serxwebûna kurdan, 7 ) Þêrên pêþberî muftexuran (axa, beg, þêx, pîr, bûrjûwazî û kapîtalîstan), 8 ) Þêrên pêþberî zulma faþîzmê, 9) Þêrên rewþenbîrkirina (ronakbîrkirina) neteweyê kurd, 10 ) Þêrên pêþberî dîn, diyanet û ayîna berê kevneperestî, II ) Þêrên fîlozofiyê. Bi cuda pêvîste zanyar û lêgerînker li ser her komeke van þêrên Cegerxûn bixebite, bi zanyarî mijûlî analîza (ji hev derxistina) wan bibe, qimetê wan, hêjayiya hunurê wan nîþanî xwendevanên me bikin. Lê sed car heyf niha zanyarên lîteratûra kurdî tunene, lê ez bawar dikim, ku li paþwextiyê zanyarên wusa ji nav neteweyê kurd derekevin, mujûlî wan pirsan bibin; kî dizane, dibe wextekê li Kurdistana serbixweda înstîtuta lêgerîna lîteratûra kurdî bê naskirinê bi navê Cegerxûn û di wê înstîtûtêda bi pilanî mijûlî efrandinê wî bibin. Layqe jî bê sazkirinê û zanyarên kurd bixebitin nek bi tenê li ser lêgerîna þêr û helbestên wî, lê wusan jî li ser nivîsarên wî derheq zimanê kurdî (li ser ferhenga wî kurdî û destûra wî ya zimanê kurdî û yên din). Bi fikir û ramana min efrandinên Cegerxûn bi temamî bi naverokên xweva, bi hunurê nivîsarêva, bi bedewiya nivîsandina xweva ji nivîsarên gelek þayîrên dinyayê bi navdar, þûreþgir û demoqratên niha danaxwe. Eger þêr û helbestên Cegerxûn bihatan wergerandinê ser rûsî, înglîsî, fransî û almanî, dinyayê pê bihesiya û bigota eva giliyan rastin, neteweyê kurd dikare xwe bextewar hesab bike, ku þayîrekî wusan mezin, pêþkevtî, demoqirat û înternasîonalîst ji nav sîng û berê Kurdistanê derketiye û, helbet, neteweyê kurd dikare bi navê Cegerxûn ferîx û kubar be.
    . . .


    Çend gilî li ser dîwana Cegerxûn ya çaran pêvîste bêjim. Ew dîwana niha li ber mine, ez bi hewasdar wê dixûnim û mîna berê þêrên wî, helbestên wî bi kurmanciya xweþ û þîrin hatine nivîsandinê. Çaxê meriv wê dixûne, qêmîþ nake wê dîwanê ji destê xwe derxe, meriv her hewasdare wê bixûne û dermanê dilê xwe têda bibîne, çar û mikane, nêt û meremê xwe li riya serbestkirina neteweyê kurd têda bixûne, pê bihese, bizanbe Cegerxûn þayîr û dengbêjê çi zemanî û çi bîr û bawarêye.

    Þêr û helbestên dîwana Cegerxûn ya çaran bi naveroka xweva mîna þêr û helbestên her sê dîwanên wî pêþînin. Ew jî bi raman, nêt û meremên xweva li ser jiyîn, hal û þerê serxwebûna neteweyê kurd hatine nivîsandinê. Bi texmîn ew parevedibin ser sê koman: I ) Þêrên evnitiyê (evindariyê yan jî dildariyê); 2 ) Þêrên kurdeperweriyê û wetenperweriyê; 3 ) Þêrên jiyîn, ayîna kurdan, yên tariya wan û Kurdistanê.

    Di dîwana Cegerxûn pêþinda þêrên evîndariyê tekteka hene, di wêda piranî þêr li ser jiyîn, ayîn, hal û tarîxa kurdan, þerê wan nav xwe û pêþberî stemkaran, dijminên derva û hundur hatine nivîsandinê. Di dîwanên wî yên dudu û sisiyanda gelek þêrên wî yên evîndariyê hatine gotin, mesele, di dîwana wî çaran da ev þêrên dildariyê çap bûne: ”Dûriya yarê” (135), ”Yara” (136), ”Pîr bûm, dil pîr nabî” (144), ”Çep û ras” (142), ”Derdê dûrinî” (181), ”Destê xwe paqijke ji xwînê” (137), ”Dil perçe perçe hûr dikî” (196), ”Cejnê yar dilxweþ dibî” (171), ”Name ya derd û xeman” (175), Bextê sipî” (198), ”Zengil” (119), ”Gazin ji çine” (173), ”Ocaxe yar” (183), ”Yarhat civîna min bi þev” (185), ”Ev dinya pir xweþe” (131), ”Tu zanî maç dermanim” (179), ”Bi torê bixûn vê namê” (146), ”Di ser çavê mera hatî” (160), ”Kurdistan” (54), ”Guh bide dîrokê” (199), ”Fetwa ya pîrê Mexane” (194), ”Þîrin levê” (191), ”Me dil daye pertave” (149), ”Dilo mizgîn li te þabî” (192), ”Penge rû” (177), ”Çi bikim bi rojî û nimêjê” (92), ”Eman hey lê” (201).

    Di van þêrên xwe yên evîniyêda Cegerxûn ah û zar dike û ah û zarê wî li ser welat têne kirinê, di wanda ew dibêje û ji xema dilan dilûvîne, ku ji dûriya evînê derd û kulê wî pir bûne, di wanda ew xebera ”evîn” li þûna xebera ”welat”, li þûna xebera ”Kurdistanê” dide xebitandinê. Çaxê ew ji hizkirî, ji dilketî û evîna xwera dibêje: ”Eman ji derdê dûriyê”, ew dixweze bêje, ku ewî dûre ji welatê xwe, ku li welatê xerîbda dijî, ku ew ji derdê dûriya evina xwe-Kurdistanê di xweda ketiye, diponije, ew nîþan dike, ku ewî bîra welatê kal û bavê xwe kiriye, ku ew dixweze welatê xwe azad bibîne, bi serbest hemêz ke, pê þad be, bigihîje bext û mirazê xwe-Kurdistanê azad û serbest bibîne. Bi þêrên evintiyê Cegerxûn tê ber çavan mîna xortekî evîndar, mîna merekî mirazxwez, ku evîna wî, mirazê wî serbest û serxwebûna kurd û Kurdistanê.


    Mesele :

    Pir xweþe pir xweþ
    Ev dinya pir xweþe
    Yar pal daye ser min
    Rû wek gula geþe
    Serbest û azadin
    Em dilxweþ û þadin
    Bê gilî û gazin
    Bi dil hev dixwazin
    Guldestê evînê
    Pêlên derya jînê
    Em gihan serbetî
    Sed tif li bindestî (133)

    Were meyger, bide cema lebaleb
    Kut toza bendewarî daweþênim
    Delala min dinav destên neyara
    Dixwazim wê bi zorê rakþênim
    Mebên seyda Cigerxwîn bûye kale
    Divê nemirim heta dilber bibênim. (153)
    Were hembêz bikin em hev bi þadî
    Berî dijmin me têxî bend û davê
    Tu rojî dil disojî lê metirse
    Cigerxwîn hiþk û xurte wek benavê. (151)
    Þêrên Cegerxûn yên dildariyê bi navê ”Agir û pêta evinê” (154-159), ”Me dil daye Pertavê” (149), ”Diyariya yarê” (135), û yên din bi naveroka xweva yên hezkirina welatin, di wanda mirazê dilê Cegerxûn, dilxweza wî, evina wî serbestî û serxwebûna kurd û Kurdistanê jiyîna bextewariya wane mesele, li helbesta xwe ”Agir û pêta evînê”-da ew dibêje:


    Evîn ji pêta agire
    Dil girtiye qet namirî
    Fêde çine ah û girî
    Ahî ji destê te evîn
    Nalîn ji ber daxên dikul
    Jan daye cerg û nav û dil
    Lê, min þiketî piþt û mil
    Ahî ji destê te evîn
    Gava ji dilber dûr dibin
    Birîn di dil dekûr dibin
    Sermest û pir rencûr dibin
    Ahî ji destê te evîn (156)

    Bawar bike li her þêr û helbestên evîntiyêda, yên di vê dîwanêda çap bûne, Cegerxûn li paþî ah û zarin kirin li ser evina xwe, li paþî pesnê wê dan, ev esse çend rezên girînî li ser welatê xwe dibêje û xwendevan dide fehmkirinê, ku ewî bextreþe û mirazkorê, çimkî welatê wî bindeste, ku evîna wî, dilxwezî û bextewariya xort û keçên kurd yên mirazxwez her li zemanê serbestî û azadiya Kurdistanêda wê miyaser be biqede û bê serî.

    Çend giliya jî pêvîste li ser þêr û helbestên kurdperweriyê û wetenperweriyê binivîsim.
    Li jorê li pêþiyê min da xuyankirinê, ku li Sovêtîstanêda saya serê xebatên kîjan merivan þêr û helbestên Cegerxûn, yên kurdeweriyê kurdeperweriyê, dostî û hevkariya miletên bindest ji herdu dîwanên wî pêþin aþkera bûne. Þêr û helbestên bi vî cûreyî li her du dîwanên Cegerxûn yê paþinda (dîwana sisiyanda û di vê dîwanêda - dîwana çaranda) gelekin, mesele, li dîwana çaranda ev þêr û helbestên wî çap bûne: ”Destê xwe paqij ke ji xûnê” (137), ”Rewþa welêt” (40), ”Bi ser çiyan ketim” (39), ”Ji nûva em berjor diçin” (89), ”Kî hilgirî vî barê min?” (17), ”Ez nizanim çi bêjim” (28), ”Ta neþewitin, ronî nadî welêt” (66), ”Welatperestî” (68), û yên din. Di van þêranda Cegerxîn dîsa mîna berê dike hewar û gazî, berê xwe li palan, rêncberan, xebatkaran, xwendevanan, zana û hozanên kurdan kiriye, diqîre, dibêje kurdino, ji xewa kibîr hiþyar bin, xwe nas bikin, hûn kîne, yek bin, bi þêranî derkevne meydana þerê ser xwebûna welat, ji bin destê goveka zulmkarên Îranê, Îraqê, û Tirkiyê azad bin; di wan þêranda Cegerxûn bernama þerê azadkirina kurd û Kurdistanê nîþanî neteweyê xwe dike. Cegerxûn dibêje: ku kurd bigihîjne meram û mebestê xwe, li pêþiyê pêvîste dijminê nav xwe (axa, began, þêxan, pîran, bûrjûwaziyan û kapîtalîstan) ji welat derxin, mesele, ew dinivîse :

    Ev bûye sed salên we
    Kûçik dixun malên we
    Keþe û þêx û mela
    Li we dikin teþqela
    Axa û mîr û paþa
    Weke hirç û gornepaþa
    Ew tev beg û efendî
    Lê win ji wan re gundî (114)

    ”Olperest û êlperest,
    Navên kurd bibî serbest” (23)

    Qata kurên xwedî mal
    Bi dijminre bûn heval (87)

    Dijmin ku em derxin bi zor
    Avên çeman em bibne jor
    Zaz û hekar û bext û lor
    Pir xweþ bikin vî warê min (18)
    Heta xwînê nerêjin
    Em nikarin bibêjin :
    Ku em jî bûne milet
    Xwedî leþker, bi dewlet (86)

    Cegerxûn dibêje, ku gundî û xebatkarên tirk jî mîna gundî û xebatkarên kurd li bin destê qata jorinda (sinifa jorînda) ya axa, beg, bûrjûwazî û kapîtalîstên tirkanda nin, ku ji bo azadkirina xwe herdu qatên jêr tirk û kurd bibin yek:

    Qatê jêr tirk û kurd
    Tev birçîne, tev zigurd
    Divê ew dest bidin hev
    Xebat bikin roj û þev
    Bixin destê xwe ew dar
    Herdû bibin xwedî par
    Yanî bibin du dewlet
    Dostê hev bin du milet
    Bibin bi dost û heval
    Xwedî zêr û xwedî mal
    Destûr bibî dîmuqrat
    Dîmuqrata Rojhilat
    Qad û xwendin tevayî
    Wekhevî û birayî (47)
    Ez bilûra Marksim
    Dengê rista bêkesim
    Ji hêviyan avisim
    Ez nizanim çi bêjim (28)

    Di þêra xwe ”Ta neþewitin ronî nadî welêt” (66) de Cegerxûn dibêje:

    Zenda vemalin, bikevin Zagros
    Erîþî dijmin bikin bi harî
    Em þêrên çiya, piling û ejder
    Zaz û bext û lor, sor û hekarî
    Rabin bibin yek, destan bidin hev
    Ji bo me divêt tenê hiþiyarî
    Þazde milyon kurd gernas û mêrxas
    Dane serê xwe ew reþe-çarî
    Ta kengî dijîn perçe, perçe kurd ?
    Ma kî dixwazî vî îþ û karî !?
    Raste bindestî karê qelsa ye
    Ji ser xwe rakin wê em neçarî (66)

    Rastê, kesek vî îþ û halê neteweyê kurd qayl nabe nek bi tenê naxweze vî îþ û karî, wusan jî hemû dost û cinarên wî xêrxwez dixwezin, ku kurd serxwebûn bijîn. Çaxê xeberdan tê kirinê, ku neteweyê kurd bi tomerî 20 mîlîonî zedetire, (li Tirkiyê 10 mîlîonin, li Ýraqê sê mîlîonin, li Îranê pênc mîlîonin, li Sûriyê mîlîoneke) xêrxwez û dostên kurdan dibêjin: ”divêt dewleta kurdan serxwebûn behe”. Raste, divêt serxwebûna kurdan hebe, lê neteweyê kurd ji destî dabeþkirina welatê xwe ketiye bindestê sê-çar gurên har, (hukmeta, Îranê, Ýraqê û Tirkiyê), ew tu caran naxwezin kurd û Kurdistan bi serxwebûn bin, ew dixwezin heta hetayê parçê Kurdistanê li bin destê wanda bimînin. Dibe li paçwextiyê hal û wext û zeman bê guhastinê li wan her çar welatanda kêm û zêde qayl bin avtonomiyê bidne kurdan, ew jî avtonomiya nav li ser mîna avtonomiya kurdan li Ýraqêda.

    Niha em dibînin, ku dinya parvebûye ser sê komên mezin:

    1. Dinya sîstêma welatên sosialistiyê,

    2-Dinya sîstêma welatên kapîtalîstan û împerîalîstan,

    3-Dinya welatên serxwebûn yên bêteref. Welatên Îranê, Ýraqê, Tirkiyê û yên din li Rojhilata nezik dikevne nav dinya welatên sîstêma serxwebûn.

    Ew welat jî dibînin eger hal û wextê dinyayê tê guhastinê û eger xêr û bêr û kara wan di wê guhastinêda heb, ew siyasetiya xwe derva diguhêzin: yan xwe li aliyê dewletên sîstêma sosialîstiyê digirin, yan jî xwe li aliyê dewletên sîstêma kapîtalîzmê digirin û bi dizîva dibne dost û hevalên împerîalîzmê.

    Bi xeberdan, bi zar her kes dibêje ”Li zemanê hilþandina (rûxandina) sîstêma koloniyêda, helbet, mafê neteweyê kurd heye bi serxwebûn û serbest bijî”. Ku xelqê kurd serbest be, bi serxwebûn bijî, lazime hukmetên stemkar destê xwe ji parçê Kurdistanê bikiþînin, bihêlin kurd bi serbest û serferaz bijîn, yan jî pêvîste neteweyê kurd hemû hêz û qewatên xwe bike yek, þer bike û bi zorê serxwebûna xwe bi destê xweva bîne. Ji van herdu riyan riya pêþîn bi destî hukmetên stemkarên kurdan qet tu caran nabe û nayê kirinê, riya paþin her riya raste, þûreþgeriyê, divêt di wê rêda yekîtiya kurdan hebe, ew bi destê zorê serxwebûna xwe bi destê xweva bînin. Ji ber vê yekê Cegerxûn dibêje:

    Heta xwînê nerêjin
    Em nikarin bibêjin :
    Ku em jî bûne milet
    Xwedî leþker, bi dewlet (86)
    Zanim siyaset tev derew
    Divê ku kurd rabin ji xew
    Destan bidin top û tiving
    Li ser çiyan qêrîn û deng
    Ji nav welêt derxin neyar
    Qada me namênit beyar (100)

    Hewar û gaziyên Cegerxûn: ”Þer kin bo xatirê welat”, xwînê nerêjin, kesek ji mera nabêje milet” rastin . Lê pêvîste serkarên tevgera neteweyê kurdan baþ bizanibin, ku kengê pêvîste kurd bi top û tiving derkevine meydana þerê serxwebûna kur û Kurdistanê. Bi top û tiving, xiþt û xenceran li paþî þûrþa Okyabrê li nav salên 1918-1932 da kurd rabûn, þerkirin pêþberî stemkarên xwe. Hingê wextê wan çek û silihan bû wî wextî stemkarên kurdan sist bûn, mîna niha tank balafir (firoke), rakêtên wan tune bûn, eger yekîtiya kurdan wî wextî hebûya, eger axa, beg, û þêxên kurda xayîn derneketana, terefdar û arîkarên kurdan ji welatê derva hebûna, kurdên serbest bibûna, ser ketana. Lê sed car mixabim, wusan neqewimî. Ew sal û zeman çûn, derbas bûne, niha hal û hewalê welatên stemkaraên kurdan hatiye guhastinê, ew bi hêz û qewat bûne, bûne xwedî leþkerên bi tertîb û tendurust, bi tank, top, firoke, rakêtên þer, hemû sazmaniya hukmeta wan, hemû teþkîlatên wan yên partiyê, yên rewþenkirinê bûne hêlîna þovîniyê, faþîzmiyê.

    Eger niha kurd bi top, tiving û reþaþ, bê arîkariya hundur û dervan rabin, li serê çiya þer bikin, ew nikarin li pêþberî leþkerê bi tank, firoke, rakêt teyax bikin, dibe þerê wan wê wextekî bikiþîne, lê divêt ew bizanibin, ku ew di þerê wusanda ser nakevin, wê belaþ xûna xwe bêrêjin, gundên xwe bajarên xwe bidne ber tankan, firokan birûxînin û malê xwe bidne talan û tajankirinê. Þerê kurdan yên serxwebûna wan niha pêvîste bi þerê hemû îþker û karkerên tirk, ereb, û farsan va bê girêdanê, divêt pale, gundî, rêncber, xebatkar û bîrewarên gund û bajarên tirk û kurd yên ereb û kurd û yên fars û kurd bi hevra, bi tevayî rabin pêþberî kevneperestan û împerîalîstan, pêþberî zulma hukmeta dîktatorî, bo xatirê sazmaniya here demoqratî, bo xatirê dostî, hevkarî û wekheviya kurd û ereb kurd û tirk, kurd û fars. Eve armanca nivîsarên Cegerxûn. Li cîkî di ew dibêje: ”Em þer naxwazin, lê ew tê ber derê me” (58)

    Þêrên wesa naxwazin
    Ne gilî û ne gazin
    Milet hemî bibî þêr
    Nebî jor û nebî jêr
    Bê tizbî û def û xiþt
    Welêt bikin wek bihiþt
    Ne bindestî ne jî zor
    Bere bimrî qata jor
    Tev de em bibine yek qat
    Destûr bibî dîmuqrat
    Pale bibin xwedî kar
    Zevî bidin dest cotar

    ...............................................
    ...............................................

    Doza meye serxwebûn
    Lê dixwazin pêþveçûn (52)
    Di dîwanêda wusa jî çend þêr û helbestên mezin li ser ayîn û tarîxa neteweyê kurd hatine çapkirinnê, mesele: ”Em þer naxwazin, lê ew tê ber derê me” (58) ”Aleqemþê” (83), ”Hovîtiya dijmin” (20), û yên din. Ev þêr û helbest ne mîna þêr û helbestên evîntiyê û kurdeperweriyêne, ev ji wan mezintirin, her yek ji wan wek sê-çar-pênc-deh-donzdeh beligin, ew mîna serhatiyan û dastanan dirêjin û bi naveroka xweva ew jî mina wan li ser jiyîn, ayîn edetê kurdan û dîroka wan tê gotinê. Bi gilîkî bi naveroka xweva ew serhatî û çîrokin, lê bi terîb û tundirusta xweva teqil û li hev anîna bendên rêzên bi rengê þêran û helbestan hatine nivîsandinê. Þêr û helbestên Cegerxûn yên bi vî cûrexî nivîsandî li dîwana wî pêþinda jî hene, mesele, ”Serxwebûna mirîþka” (47-50), ”Þahnama þehîdan” (50-56), li dîwana duduwada ”Cotkar û zevî” (201-107), ”Serpêhatiya Ciwan û dewlet” (108-121), ”Tarîxa siltan saledînê kurd” (1126-129), ”Serpehatiya Þepal û SStêr” (111-118) û li dîwana sisiyanda: ”Kîme ez” (9-16), ”Pîra merivxur” 61-68), ”Zincîr ji gerdenim þikest” (84-94), ”Rencberê bi rûmet” (169-178), ”Nivîsarek bi yar” (188-195) û yên din.

    Ku xwendevanên me delal baþ haj qîmet û nirxê van serhatiya û dastana (poêman) bin, divêt meriv baþqe mijulî lêgerîna tertîbî, tendurustî û sazmaniya wan be, guh bide ser naveroka wan, xemilandina wan û xeberên wane bedewî. Eva jî meseleke mezine û bi hewasdare li pirsên lêgerîna efrandinên Cegerxûnda. Em hîvîdarin li paþwextekiyê zanyarên lîteratûra kurd wê vê pirsê safî û zelal bikin.

    Li kutayêda ez divêt bêjim, ku ev serhatî û dastan tev komê jorên min navê wan nivîsandî xizneke gelek giranbihaye, ew bi tevayî ênsîklopêdiya jiyîn, ayîn hal û tarîxa neteweye kurdane, ênsîklopêdiya þerê wî serxwebûne li nav salên destpêka sedsaliya bîsta heta nav salên paþin. Mervê baþ herçar dîwanên wî bixûne, mijûlî naveroka wan û sazmaniya wan be, wê bê fikirê û wê ramanê, û bêje bi rastî çar dîwanên Cegerxûn ênsîklopêdiya peydabûn û pêþveçûna neteweyê kurde, ya helketin, serketin û daketina þerê serxwebûna kurdane, ênsîklopêdiya rabûn û runiþtina kurdaye, ya hevbendiya kurd, ereb, fars û tirkane.

    Her þêreke Cegerxûn, her helbesteke her çar dîwanên Cegerxûn ji nav dil û hinavê wî, ji kuraniya dilê wî, ji hiþ û aqilê wî gihîþtî û safî û ji behra zanîna wî hatine gotin û nivîsandinê; peydabûna wan, efrabdina wan bi hal û wextê dinyayêra dirêdayiye, ji ber hal û jiyîna kurdên bindestî û zerandî û ji ber roja wane reþ û bextê wanî kor þêr û helbestên Cegerxûn hatine hunandinê. Di wanda wîne û þiklê kurd û Kurdistanê bi destî hostayê xeberên bedewî kiþandinê. Kesek di xemil, nexþ nitra wanda þikbir nabe, giþk bi rast û rasteqînin Lê pêwîste ji bîr nekin, ku ew li cî û wextê xweda giranbiha û bi nirxin. Binga naveroka her çar dîwanên wî bîr û bawara efrandinên wî ewin, ku þerevan û tekuþerên neteweyê kurd zanibin, ji bîr nekin, ku riya azadîkirina kurd û Kurdistanê dûr û dirêj û girane, bona wê yekê niha, li berê pêþin lazime yekîtiya hemû kom û partiyên wan, hebe lazime li pêþin ew bixebitin, nehêlin milet qir bibe, pûç be, divêt milet xwedî bikin, ku ew xwe wunda neke, zimanê xwe, kûltûra xwe, yekîtiya pêwan bike, bona vê yekê divêt kom û partiyên wan li her dera bi serbixwe hebin, divêt komê wan (yên xortan, yên jinan, yê xebatkaran, yên gundî û pala, komê ronikirina milet, yên çapkirin û belavkirina kovar û rojnamên krdî) bi aþkera û binîva û tevgirêdana wan bi hevra hebe, divêt tevgirêdana wan wusan jî bi hemû komê pêþkevtî yên ereb, tirk û farsanra hebe, bi tev wan bixebitin, pêþberî kevneperestan û împerîalîstan þer bikin, þer bikin pêþberî hukmeta diktatorî û þovîniyê þer bikin bo xatirê sebestiya xwe bo xatirê dostî, biratî, hevkarî û aþîtî li nav kurd û ereb, kurd û tirk, kurd û fars. Eve bîr û bawara Cegerxûn, eve dilxweziya wî, merem û mebesta efrandinên wî.”


    Leningrad, 20.9.1980


    AFRANDIN Û BERHEMÊN CIGERXWÎN ÊN KU HETA NIHA HANINE ÇAPKIRIN

    Dîwana yekem, Pirisk û Pêtî, Suriya 1945
    Cim û Gulperî, Çîroka yekem, Suriya 1948
    Dîwana Duwem, Sewra Azadî, Suriya 1954
    Reþoyê Darî, Çîroka duwem, Suriya 1956
    Gotinê Pêþiyan, Suriya, 1957
    Destûra zimanê Kurdî, Îraq 1961
    Ferheng, Perçê Yekem, Îraq 1962
    Ferheng, Perçê Duwem, Îraq 1962
    Dîwana Sêyem, Kîme ez, Libnan 1973
    Mîdya û Salar, Libnan 1973
    Dîwana Çaran, Ronak, Swêd 1980
    Dîwana 5’a, Zend Avista, Swêd 1981
    Dîwana 6’a, Þefaq, Swêd 1982
    Dîwana 7’a, Hêvî, Swêd 1983
    Tarîxa Kurdistan-1, Swêd 1985
    Dîwana 8’a, Aþitî, Swêd 1986
    Tarîxa Kurdistan-2, Swêd 1987


    ( Ji weþanên Roja Nû)

    Min ev afrandin û berhemên Cigerxwîn ên li jorê ji bo vê gotarê wekî çavkanî jî bi kar anîn.





    Fuat Akpinar





      

    [ Vegere: Fûad SÎPAN | Indeksa Beþan ]


    | PDK-Baþur | PDK-Baþur | PDK-Xoybun | PDK-Rojhilat | Kurdistan Media | Xebat |


    PDK - XOYBUN.Com 2003 All Rights Reserved
    Email : xoybuncom@yahoo.de
    _______________________________________________

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Download !!!

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    _______________________________________________

    Content û Naverok


    _______________________________________________

    Pêlê Logoyên Li Jêr Bikin ! Press the Logos Below !


    Open Society Foundations


    Clinton Foundation


    Bill & Melinda Gates Foundation


    Rockefelleer Foundation


    International Monetary Fund (IMF)


    Office Of George W. Bush


    Bush Foundation


    George W. Bush Foundation


    IBRD - IDA | World Bank Group


    Rockefeller Capital Management

    _______________________________________________

    _______________________________________________


    Private Bank - Deutschland Frankfurt

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Neue, Biligen und Große Wohnungen Zu Vermieten.

    Gratis Strom und Heizung für Mieter.

    _______________________________________________


    _______________________________________________


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Pîzza, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Kîosk, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Tabacco

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________



    Kurdistan, ''Þerab bi kurdî xweþ e''.

    _______________________________________________



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.

    _______________________________________________


    Wodka Stepanoff - Doppelkorn - Weinbrand und etc

    _______________________________________________






                    
    Google