PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Rêbendan


Seyid Feysel Moctevî



Rêbendan

( Hezar le cêy evrazeve le cêy sîmirx û razeve )
( Be kolê befrî tazeve xûnkarî rêbendane ev )

Hewar hewar Hesen hewar disa me bû sira neyar
Dibîte çille ey eman dibîte evr û bager ev

Rêkên me hatne girtinê me rizqê zarûka nema
Gul û giya derext û dar bê ser sida diçone xev

Xevek þirîn bi saliha ku derkevin biharekê
Bihar kete derengiyê vekî gelê me xev de ev

Bi dengê bagera mezin hiþar nebûn nebûn xeber
Ku bagerê þikandi ev çinar û peltê pir li hev

Li ber biçavê alemê ketin zevî û xem nebûn
Kesê çi xem li bu ne bû û girye zari qet li ev

Meger zemîn û asiman bi rundikên vekî guher
Bi salihati pir ji xûn diken girîn û þîn û rev

Girê didet hemû rehan diket kifin çiya û deþt
Bi Agirî û Bîsitûn li Mûþ û Helgura bitev

Diken sipî libas û rû bi teiziya meha mezin
Ku rû li darê kir sipî li zilmê roj diket bi þev

Bibare befrê zû bizû henaseyê Hesen biþû
Seyid li dil kulî bibit gula bi xûn biket bi Sor

Senendec, 24. 01. 2005

Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê


Vezn : mefaêlon mefaêlon mefaêlon mefaêlon
Behr : hezec mosemen meqbûz


Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com