PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Strana : Narîn


Narîn

Hey lê lê Narîn, Narîn kubarê
Ezê tu emelê dunyayê nakim
Ezê têlekê ji tembûra sazbendan peydakim
Ezê rojê deh cara xwe di ber deriyê mala bavê te de her û werim xwe li ba kim
Ezê tu dila di ser çavê reþ û belek re qebûl nakim
Keça bêsoza, reyisa bêbexta, toximê Ewana
Derewînê lê Narîn, hey lê lê Narîn

Hey lê lê Narîn, kubarê lê Narîn
Narîn kubarê zozanên mala bavê me dudu ne
De rabin em herdu bi çepilên hevdu bigrin bavêjin þaristanê xerîb
Bila kesek nizanibe ez û mihuba dilê xwe li ku ne
Gava xelk ji me bipirsin, bêjin hûn çiyê hevdu ne
Emê bêjin ya wer em xuþk û birayê hevdu ne
Hege xelk bêje ji bo þiklê ne weke hevdu ne
Emê bêjin bavê me yek e, dayikên me dudu ne
Toximê bextreþa, Ewana, nerindê, derewînê lê Narîn
Hey lê lê Narîn, bêbextê lê Narîn

Bijî Huner û Çanda Kurd

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf