PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Deriyê Adarê li ber bayê azadiyê vekin




Deriyê Adarê li ber bayê azadiyê vekin

Deriyê adarê vekin
Bela ... Pêxemberê doza Kurdayetiyê
Pêxemberê riya felat û azadiyê
Barzaniyê nemir
Bi refên mizgîniyên xêrê re derbas bibe ;
Bela ... ken û giriyê adarê
Ji ser peravên çemên
Dicle, Firat û Aras ...
Ji nav pêlên derya
Wanê û Ormiye
Bicivîne ...;
Insiklopidya avê û agir
Ji ketin û serketinan re bixwîne ;
Dem û dîrokê
Li ser kevîyên pêvajoya mêraniyê
Bike al û li asmanê azadiyê li ba bike.

* * * * * * * * * *

Deriyê adarê vekin
Û rê bidin Mahabada ronahiyê
Silêmaniya hilmetê
Hewlêra Kele û Minare
Qamiþloka vîndar û leheng
Ameda serfiraz ...
Bela ... Þîrê Kurdayetiyê
Li çiyayên Ararat, Cûdî,
Bagok, Sasûn, Metîn,
Þêrîn û Hindirîn ... helal bikin,
Bela ... xwîna þehîdên nemir
Xwêdana Pêþmergên qahreman
Xuya hilmet û berxwedanê ...
Bikin melheme û derman ,
Birînên ku di canê
Dilsozî û wefadariyê de vedibin
Bi vê xwîn û xwêdanê derman bikin û
Bi ala welatperweriyê bipêçin .

* * * * * * * * * *

Deriyê adarê vekin
Bela ... Mîrgehên Botan , Badînan ,
Soran, Baban û Erdelan ...
Ji nav rûpelên dîroka rizyayî derkevin û
Di sînga þaneþînên mîrgehên xwe de bi cî bibin ;
Bela ... þal û þapên hêvî û omîdan
Li bejna xwe girêdin,
Xunava þîn û þadiyên her adaran
Li xaka xewn û xweziyên
Welatê perçebûyî bibarînin,
Peyalên meya mizgîniya
Yekîtiya Kurdan
Li yar û neyaran bigerînin ;
Wê yar mest û serxweþ bibin
Ji mil û navmilan xwe bihejînin,
Lê ... neyar wê ji maskên dilreþiya xwe
Bibin Bilyatþo li ser
Textên þanoyên vê jiyanê.

* * * * * * * * * *

Deriyê adarê vekin
Rê bidin lal û nêrgizên deþta Barzan
Ku bibin desmalkên sipî
Hêsir û rondikên çil melyon Kurd ziwa bikin ;
Rê bidin siwarên azadiyê ...
Bela ... tîrêjên roja nîþana Komela Xuwêbûnê
Bi ronî bikin,
Xencera wê ji xwîna þoreþên nejbîriyê dawerivînin,
Periya wê bi dîwarên
Lover û Mitropolîtan ve daleqînin,
Sinbila wê di xaka hilmet û dilsoziyê de biçînin,
Bela ... almeya sexte ji ser
Kezeba riya Padîþahên Kurdayetiyê daxînin,
Kum û kolozê Haco Axayê Hevêrkî û Ebdirehman Axa Elî Yûnis li ser Girê Dugirê bilind bikin
Û bê dûdilî / Derka Jêrîn / bingor bikin .

* * * * * * * * * *

Deriyê adarê vekin
Patlêdanên efserên azadiyê
Li ber bayê ala rengîn
Bikin lavij û dûee,
Bikin sirûd û heyranok ...
Bi ewrên silavên gerim re
Li asmanê vê dinyayê bibarînin ...
Rê bidin Dildar û Mihemedê Mamilê
Ku peyv û tîpên sirûda netewa Kurd / Ey Reqîb /
Li ser destên xwe ji nû vejînin ;
Erê ... bi mizgîniya azadî û yekîtiyê re
Wê kefenê mirinê biçirînin,
Merziya bi xwe re bînin
Li ber defa Hejar û Hawar
Wê çopî û semayan ji erd û asmanê
Her çar perçeyên Kurdistanê re bigerînin .

* * * * * * * * * *

Deriyê adarê vekin
Rê bidin Valintaynê dildarên Kurd Metran Isa
Bela ... xwezîyên Edûla Temir Paþa, Keçka Simqî,
Meryema file û Gula Mehrûm ...
Li Geliyê Laleþê li ber
Stûna bê miradan bi cî bîne ;
Bela ... mehra evîndarên bê hêvî
Li ser destên Ûcaxên Azadiyê bibire ;
Çengekê ji xaka gora qublegeha Kurdan
Li ser serê wan bireþîne.

* * * * * * * * * *

deriyê adarê vekin
Bi hêrz destên xwe li ber
Yezdanê dilovan vekin
Ji olên erd û asmanî
Qewl û lavijan bixwînin
Bi dûeeyên Pêxemberan bangbikin ...,
Hêvî û xweziyên kevin û nûjen,
Keser û kovanên bê ser û ber
Bi bayê azadiyê re berdin
Bi yek qêrînê hawar bikin :
Xwedê Kurdistana azad
Ji þerê terorê biparêze
Tu car û tu car wê bin dar neke
Xaka Wê ji Ucaxên Barzaniyan mehrûm neke
Miletê Kurd li cîhanê ji vê Azadî û wekheviyê bê par neke
Zimanê Kurdî bi yek Elifbayê standard bike
Ala rengîn li ser banên palyozxaneyên her welatî
Li vê dinyayê li ba bike ... li ba bike .
Amîn ... amîn ... amîn ...


Bêwar Îbrahîm

Qamiþlo, 01. 03. 2006


Konê Reþ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg