PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Pêþerojên Kizirî / Beþê Yekemîn




Pêþerojên Kizirî / Beþê Yekemîn

Ew yara min
Ya ava zer bi çava de hatiye
Ez jê re dimixabinim
Nizane destê sipî ji yê reþ bixwîne
Herçar alî demsalî li nik bûne beyar
Bi yek hîzarî dipêçe û didirû
Û bi yek kazê erzan difroþe
Dir û keviran
Yek li dû yekî dihêre
.. û dilê minî þekirî li-yane
— Li hember demê diyare .

Ew yara min
Pir hêkan bi dest digire
— Û dipîve
Ez jê re dimixabinim
Avê þelû dike û vedixwe
Tama ziman zer bûye
Her ava tal vedirþe
Qeþê di qeþêre
Li çar kuþê siya xwe
Bi yek tûkê dijmêre
.. Û dilê minî þekirî li-yane
— Li hember xemê diyare .

Ew rara min
Ya ku li sî û sawîrê xwe siware..
Ez jê re dimixabinim
Liber çira tariya xwe
— Ji xwe re ditewîne
Qoþa hespê herî dike
Û perçê ewrê sipî havînî radixe û didoþe
Û dibêje: Xêr û bêr e
Û tu baran û birûskan naspêre
Baran jibo çandin, y,
Û birûsk jibo dobelana
Mîna xild dikî hewar
Toza elor kirî dixapêre
.. Û dilê minî þekirî li-yane
— Li hember qamê diyare .

Ew yara min
Xwedê dizane
Kopalê xwe winda kiriye
Û kabê xwe þaþ avêtiye
Çep û rast dide çiva .
Bûye ne sar lê tê, ne jî germî ,
Tev li cem bûne sabûna Erebî
Hêkan tev dike selikekê
Ez jê re dimixabinim
Û xwedê xweþ dizane mebesta min
Ne dijûne û ne nifir bûn barana min
.. Û dilê min li-yane
— Li hember rêboriyan diyare .


31. 07. 2006


Ciwanê Abdal

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg