PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dil e





Dil e

Depoya razeyên te*
ev dil e;
kilît di birînê de di-ingire..!!

Dil e
li pêjna te
navkutkê dike,
bi hatina te re
ditertile*..!!

Dil e
kew e,
li dahfikên awirên te
bivênevê
diterpile..!!

Dil e
karê wî
þahiya te diveçire..
Tenik e
cama zelal e
basikên rewanê balinde ye
hevrûyê rokê
li pencera te
Bilbil e…!!

Dil e,
mêr e
firiþtê þevînan
navberek nîne
cudahiya awirên we bike..!!

Dil e
li bejna þeva te xwe dipêçe
qulzimê evîn e,
dirahêje te
hemî peravan
ji bo te diguhêre…!!

Dil e
nivêjparêz e
sibeh ta sibehê
laleþa sînga te nikil dike..!!

Dil e
bi dilê te re
heyva du zerdik e,
jîn perwer e;
Dîkilê çê ye..
rojê pênc çaxan
bi rêz û mezinahiya te
bang dike…


23. 09. 2005
Alain
UAE



Depo : "store" çi mal an cihê firotin û cihê çekan depo lê heye, ji ber lêkomkirin pêk tê..
Tertilandin: niþkaveyî li gel wê hinek tirs: tertilî: “cefilî”

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg