PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Þêx Mehmûdê Berzencî




Þêx Mehmûdê Berzencî

Destdirêjiya biyaniyan di Iraqê de ji du sed salan û vir de ye. Yek ji mazintirîn hêza biyanî ya ku roj bi roj destê xwe daye ser Iraqê, hêza kolonyalîstên Ingilîz bû. Di dawiya sedsala 16'ê de Kompaniya Hindê ya Rojhilat ava kirin, ku rê li Purtegîzan bibirrin. Baregehê bazarganî yê wê kompaniyê sala 1643'ê li bajarê (Basrê ‑ Iraqê ) bû û di sala 1763ê de ew baregeha bazarganî bû balyozxane ya Ingilîzî ya li gel hêza xwe ya aborî hêzeka ramyarî jî standibû. Di sala 1768'ê de ciyekî xwe li Bexdayê jî pêda kir. Di sala 1810'î de Ingilîzan baregeha xwe ya ramyarî birin Bexdayê û bi reya leshkerê xwe ew parastin, bi shêweyê ku waliyê Bexdayê bi xwe nikanî bû zora wê baregehê bibira. Di sala 1840'î de çar keshtiyên (gemiyên) Ingilîzî yên çekdar post û bazarvanî di navbera Bexdayê û Basrê de dipariztin û ji sala 1868'ê de di nava herdu bajarên Iraqê de reyên avî û postxane ji aliyê Ingilîzan ve hatibûn avakirin. Ji destpêka sedsala bîstan de dan û standina bazarvanî di nava Brîtaniya ya Gewre û Iraqê de xurt bû.

Berpirsekî Ingilîzî sala 1892'ê li pêsh parlementê welatê xwe got, ku pêwîste Bexdad jî wek Basrê têkeve bin destê Ingilîzan. Di sala 1911'ê de li pêsh civîneka Lordan got, ku gelek shash e Ingilîz lisht û sûdên xwe yên ramyarî tenê di Basrê û derdora wê de bibînin, divê Bexdad jî têkeve çembera Ingilîzî.

Bi rastî, tenê bi alîkariya Osmaniyan, Ingilîzan kanî bûn ciyê xwe di wê herêmê de fireh bikin. Digotin, ku ewan nahêlin Uris bigihin Mesopotamiya û ji sala 1878'ê ve, ev amanc hatibû diyarkirin û roj bi roj, bi taybetî berî cenga cîhanê ya yekê, Ingilîzan giringiya Iraqê di ramyariya dijî Uris û dijî Almaniya de naskiribûn.

Di nîsana 1916'ê de Sazanov ‑shalyarê derve yê Urisan‑ nameyek bo balyozxaneya Fransî li Petrogradê hinart, tê de got, ku herêma Kurdistanê : Rojavayê Wanê û Bitlisê, di nava Mosh, Sêrt, Çemê Dicle, Cizîra Botan û xêzeka, ku ji çiyayên nêzîka Amêdiyê û heyanî bi Mergewerê, wê ji Urisan re bite hêshtin û Uris jî ji Fransa re herêmên, ku di nava Aladax, Qeyseriyê û Xarpotê de, dihêlin.



Wilo em dibînin, ku welatê me ji biyaniyan re, mîna Iraqa erebî giring bû û giringiya welatekî jî pir caran dibe egera bindestî, sohtin, pashvemayîn û parçekirina wî...

Ji ber vê yekê, Ingilîzan ji zû ve ajanên xwe di teviya Iraqê û bashûrê Kurdistanê de belav kiribûn. Ji wan Major Bell û jina wî Xanim Bill di dîroka têkiliyên Ingilîzî bi kurdan re bi nav û deng in.

Dewleta osmanî digot, ku wê Ingilîz Kurdan têxînin bin zora xwe û dewletê ji wan vehese, lê nizanî, ku wê Ingilîz hêdî hêdî teviya Iraqê û bashûrê Kurdistanê ji dewleta osmanî bistînin û bidin Ereban.

Di ber karê ajaniyê re, rojhilatnasên Ingilîzî li ser gel û nijadên herêmê pir nivîsandin û li gor ramyarî û lishta xwe ya kolonyalîst nivîs belav kirin û derew jî pêda kirin.

Bi ser vê de jî, têkiliyên xwe yên bi dizî û ashkere bi serekên êlan re, bi shêx û melayên sist re çêkirin û ên ne diketin bin destên wan bi rêya ajanên xwe dikushtin an jî hêrish bi rêya hinde serekên ajan dibirin ser wan û hêza wan tune dikirin.

Ji sala 1913'ê ve shêx Mehmûd Berzencî xebitî, ku bi herdu kurên Bedirxanî ( Kamil û Husên Pasha) re bigihîne peymanekî bo rizgarkirina teviya Kurdistanê ji zordariya Osmaniyan û bo avakirina dewleteka kurdî ya federal.

Di 04.09.1914' ê de Osmaniyan shêx Evdilselam Barzanî di bendexane ya Mûsilê de bi dar ve kirin û bi destê zorê berxwedan a kurdên Barzanî pelixandin. Eve jî sedemek bû, ku dan û standina Barzaniyan bi Ingilîzan re di 01. 11. 1919'ê de çêbû û ji ber ku Ingilîzan dixwastin kurdan û Asûran li hember dewleta tirkî rakin. Lê Tirk jî her dixebitîn, ku bi navê Islamê di nava kurdan û Asûran de, di nava Kurdan û Ingilîzan de dijheviyê pêda bikin. Kurdan jî pirs ne dikirin, ma çi demê Islamê gotiye, bila Tirk her û her zordariya xwe li gelan bikin û mafên gelê kurd bidizin û welatê wan talan bikin û bo xwe Tirkan Islamê bikin debanê (silahê) kolonyalîzmê!?.



Di dawiya sala 1914'ê de, pishtî ku cenga cîhanî ya yekê dest pêkir û Tirkan xwe dane rex Qeyserê Almaniya dijî Ingilîz, Fransis, Uris, Italî û Yonanan. Ingilîzan bi terzekî leshkerî ketin Iraqê bo "parastina lishtên xwe yên petrolî di bashûrê Iranê de ". Lê bi rastî çavêd wan ne tenê li Petrolê bûn, dixwastin hemû xêr û bêrên vî welatî bimêjin û ji xwe re baregeh û pêgehekî leshkerî yê herheyî pêda bikin bi mebesta zepkirina gelên wê herêmê û parastina rêya Hindistan û rojhilatê.

Di Nîsana 1915'ê de, Tirkan " Fetewa Cîhadê " dijî " Gawiran " belav kirin, dema dîtin, ku leshkerê Ingilîzî dixwaze Basrê li bashûrî Iraqê bistîne.

Di wê demê de shêx Mehmûd hêzeka kurdî ya mazin (1000 mêr) bi hev xist û çû bajarê Basrê, ku nehêlibe Ingilîz bi rêya leshkerî Iraqê bistînin.. lê gava bihîst, ku leshkerê Uris ji jor ve derbas Kurdistanê bûye, vegeriya û hêza Urisan ji Rewandozê derxist û loma wan berê xwe da Iranê û bi rojhilat ve çûn. Lê berî derketina Urisan ji Rewandozê gelê Kurd dane ber shûr û sungiyan û gelek ji kesên bê çek û bê guneh kushtin.

Roj bi roj Ingilîzan shar û gundên li ser rêya Bexdayê standin û li dawiyê gihane Bexdad û Diclê û pishtî gelek shikandin û serkeftinên xwînî û dayîna soz û peymanan bi shêxên Ereban re, Ingilîzan destên xwe danîn ser Iraqa erebî. Bi rastî bêyî pêdakirina milîsên LîFî ji rûnishtvanên gund û bajarên ereb û ji Asûran, Ingilîzan çi caran nikanî bûn bi asanî xwe bigihandana Bexdayê.

Di 11.03.1917'ê hêzên Ingilîzî di Bexdayê de cî girtin û ber bi bashûrê Kurdistanê ve çûn.

Rewsha gelê kurd û Kurdistanê di cenga " Seferbirlikê " de wekî ku me ji bav û bapîrên xwe bihîstiye, giha bû ber mirinê. Tirkan welatê me mêtibûn, bi sedhezaran xurt û lawanên kurd ajotibûn qadên cengê, bajarên Kurdistanê hatibûn talan kirin, birçîbûn, zêwirî, mirin û bi ser ve jî revandina jin û zarokan, arkirin û talankirina malan bûbûn karên rojane. Qozaqên ku ji bashûrê Rusiya jî hîn ji Tirkan pîstir kiribûn, di nava Qars û Mûsilê de gelê kurd ketibû ber candanê û tunekirinê, li kolan û rêkên welatê me mirovên birçî bi sedan diketin û ranedibûn, ên mayîn jî goshtên seg, pisîk û hespan dixwarin û dibêjin, ku heyanî leshên kushtî û mirdaran jî dixwarin..

Pishtî serkeftina shorisha Oktoberê ya sala 1917ê li Sovyêtstanê ji gelên cîhanê re peymana Sayks‑Picot hat ashkere kirin û diyar bû, ku Ingilîz û Fransis nehatine bo rizgarkirina gelan, ewan bo zepkirin, talankirin, parvekirin û mêtina welatan hatine rojhilata navîn.



Li hember va cerisîna mazin a, ku rûyên kolonyalîstan resh kiriye, Ingilîz û Fransisan belavokek bi hev re derxistin, tê de gotin, ku amanca Fransa û Brîtaniya ya Gewre di cenga rojhilatê de, a ku ji ber malxuriya Almaniya vêketiye, ewe ku herdu dewlet dixwazin gelên ji zû ve di bin koletiya Tirkan de dinalin, rizgar bikin û sermîriyên netewî yên, ku li ser daxwaz û hilbijartina rûnishtvanên netewî ne, ava bikin.

Berî ku ceng bigihe dawiyê, Ingilîzan destên xwe danîn ser bajarên kurdan jî, mîna Xaneqîn, Kifrî û Kerkûkê. Lê eve bi asanî ne çû serî, kurdan berxwedaneke gewre nîshan dan û ziyaneke mazin gihandin leshkerên biyanî. Bi rastî ne tenê Ingilîzan dixwastin Kurdistanê zep bikin, Uris û Tirkan jî bi hêzên xwe di wan bajar û çiyan de hebûn. Em dibînin, ku Xaneqîn û Rewandoz her carê diket destê hêzekê, lê gava Ingilîzan Kerkûk bir, hêviya Kurdan di azadiyê de mazintir bû ji ber ku ewan ji zordariya Tirkan rizgar bûn, ewên ku çavên gel bi navê Islamê û bi " Xîlafetê " kûr kiribûn û bi xwe jî ji Islamê gelek dûr bûn. Ji aliyê dî ve, cara yekê bû, ku mezinên Kurdan ên netewî bi rêyeke diplomasî li Parîsê, pishtî kutabûna cenga cîhanî û shikestina Tirkan, pirsa dewleteka kurdî ya serbixwe anîn ser masê û di wî karî de General Sherîf pasha ristekî gewre û bash lîst, lê di wê demê de jî sê rengên daxwazan di nava gelê Kurd de hebûn:



1) Daxwaza Serxwebûna gishtî, li bakurê Kurdistanê General Sherîf pasha û Mîr Emîn Elî Bedirxan, li bashûrê Kurdistanê Shêx Mehmûd û li rojhilatê Kurdistanê Simko Axa yê Shikakan bi va daxwazê ra bûn.

Têkiliyên komik û kesên, ku ev daxwaz dixawstin bi dewletên mazin re hebûn, bi mebesta ku cîhanê bi xwe re li dijî dewleta tirkî bo mafê gelê kurd rakin.



2) Daxwaza Otonomiyê, Shêx Evdilqadirê Neqishbendî û mala Shêx Evdilselam Barzanî yê, ku Tirkan darve kiriye.





3) Daxwaza dewleteke Islamî, ya dijî destdirêjiya Ewrupiyan û dijî Urisan, van jî digotin, eger dewleteke kurdî hat avakirin, divê ne di bin destê dewleteke mezin de be. Ewan dij bûn, ku Kurdistan mîna Iraqê be. Serekên va daxwazê jî, bi piranî di bakurê Kurdistanê da bûn û gava dîtin, ku Dewletên mezin bi Tirkiyê re peymana Lausanne pêda kirin, xwe li dor Shêx Saîdê Pîranî civandin û serî li dewleta tirkî hildan. Lê heya wê demê bi " Islametiya Ataturk " hatibûn xopandin.

Kolonyalîstên Ingilîz yên, ku bi hemû serekên Kurdan re didan û distandin, di bîr û baweriyeke dî de bûn, Sr. Arnold Wilson Li ser daxwaza Simko Axa gava wî mirovek di sala 1919'ê de bo dan û standinê li gel Ingilîzan pêda bike, bi mebesta Kurdistana bin destê Farisan tev dewleta kurdî bike, shiyand, dibêje:

" Diviya bû me pishtgirtiya xebatên cudakariyê yên Kurdên, ku li Iranê dijîn, nekira, ne jî Kurdên, ku di bin destên Tirkan de, pêwîst bû, me Kurdên dervey wilayeta Mûsilê bi serê wan bihêshtana ."

Di 30.10.1918ê de, berî ku Ingilîz bigihin bajarê Mûsilê peymana Modurs hat muhrkirin û Tirkan jî bajarê Suleymaniyê ji Shêx Mehmûdê Berzencî re hêshtin. Bo wî delîve çêbû, ku daxwaza ji zû de di dilê Kurdan de mayî, bi cih bîne. Dan û standin bi Ingilîzan re pêda kir, ku shêxê kurd bibe qeralê (Hakimê) Suleymaniyê û pareka mezin ji herêmê. Ingilîzan hukumdariya wî pejirandin û ji dawiya sala 1918ê de mehane dane wî (15000 Rubêh hindî), Major Noel jî li ba wî kirin serkarekî ramyarî û yê shêwrê û zimanê kurdî bû zimanekî mîrî. Lê belê Ingilîzan pir têkilî bi shêx û serekên êlên Kurdan re, li hemû bajar û deveran pêda kiribûn, ji wan qeral û berpirsiyarên ramyarî bi cih kiribûn. Wan ji xwe re ajan û berdevk jî, têkil û berdest, rêçbir û bermalî kirrî bûn, mîna Mustefa pasha ji serekên Bacilan, shêx Hemîdê Talbanî ji herêma Kerkûkê, Serekên Dawodê, Pismamê Mîr Seîd begê Yezîdî ( Ismaîl beg) ê, ku rêberî bo Ingilîzan di çiyayê Shengarê de sala 1918ê kiriye, û Hemo Shêro yê, ku Ingilîzan ew gelek erzan kirrîne û kirine xudanê çiyayê Shengarê.



Ingilîzan ji vê pê ve xwastin dan û standina xwe di civata kurdî de xurtir bikin û hemû shêx û serekên êlan li dij hev û din rakin. Ajanên wan mîna Bell xanimê û Mr. Hay xwe gihandin serekên êla Caf û bi taybetî Adle xanimê li herêma Helebçe, a ku hemû hêza xwe alîkariya Ingilîzan kir û dawiyê vegeriya aliyê Shêx Mehmûd, bi ser de jî xwe gihandin kesên mîna Shêx Taha yê Shemzînî, ku nehêlin têkilî di nava bakur û bashûrê Kurdistanê de çê bibe, û hinde kesên bi hêz mîna Babekr axayê Pishdarî, yek ji gewretirîn axayên Kurdistanê bi aliyê xwe xistin û kirin destik bo dijminê gelê Kurd. Di rojhilatê Kurdistanê de jî dan û standina Ingilîz bi mezinên Kurdan re pêda bûn, bi mebesta, ku di dema bixwazin, kanibin Shêx Mehmûd bi tenê bihêlin û wî di cî de bipelixînin. Ji ber ku amanca Ingilîzên kolonyalîst ne avakirina dewletekî kurdî bû, daxwaz û mebesta wan ji teviya têkiliya xurtkirina bargehên xwe yên leshkerî û hebûna xwe ya ramyarî û aborî û firehkirina hikarî û posîdeyên xwe di Kurdistanê û Iraqê de û bi ser de jî civandina Kurdan li hember Uris û Tirkan.

Shêx Mehmûd destelatiya di bin saya Ingilîzan de nepejirand û bi taybetî zimandirêjiya Major Soane ê, ku dixwast hêzên kurdî mîna milîsên Lîfî bo xwe bi kar bîne. Di 22.05.1919ê de serî li biyaniyan hilda, xwe bi "Shahê Kurdistanê " nav kir û têkiliyên xwe bi Kurdên Shirnaxê, bi Adle xanimê re û bi êlên Horman û Merêwanê re çê kirin. Ev karê wî yê dij Ingilîzan, ewan hêrs kirin û di cî de hêribirin ser hêzên kurdî, bi tang û top û balafiran û bi pishtgirtiya cash û axayên Hemawend çûn ser Shêx Mehmûd û roja 22.06.1919ê li Derbendî Baziyan sherekî mezin çê bû, tê de 200 kes ji aliyê kurdî shehîd bûn û 80 kes dî jî birîn bûn, yek ji wan Shêx Mehmûd bi xwe û loma Kurdan navê zinarê, ku Shêx li ber wê berxwedan dikir, kirin ( Berde Qareman ). Shêx Mehmûd girtin û anîn Bexdayê, li wir ew avêtin bendexanê û fermana darvekirinê danê. Pisht re fermana darxistinê daxistin deh salan û di demeka kin de avêtin Hindistanê û li wir heyanî sala 1922ê hêshtin. Lê belê pêshmergeyên kurdên qehreman sherê xwe yê çiyayî dijî Ingilîzan berdewam kirin û bi taybetî êlên Zîbarî û Barzanî. Ingilîzan 4000 Asûrî tev kirin û shiyandin ser Barzaniyan, lê bi sedan ji wan li nêzîkî çemê Zab û li Barzan hatin kushtin û hêrisha wan bû sedema qirkirina wan. û heya demeke dereng leshkerê Ingilîzî ne kanî bû zora Barzaniyan bibira. Vê berxwedanê hêsht, ku sermîriya Londerê Shêx Mehmûd dîsa ji Hindistanê vegerîne Iraqê.

Em dizanin, ku di sala 1920ê de, General Sherîf pasha di peymana Sevres de mafê dewleteka kurdî di qada diplomasiya navnetewî de stand. Eve jî ji Shêx Mehmûd re pishtgirtiyeke mezin bû. Lê ji ber ku amanca Ingilîzan avakirina dewleteke Iraqî yê girêdayî wan bû, her xebitîn, ku têkilî di nava bakur û bashûrê Kurdistanê de bi ser nekeve û kurd nekanibin Mûsilê ji dest Ingilîzan derxînin.



Berî vegerandina Shêx Mehmûd, Ingilîzan hukumdariyeke erebî ya ajan û girêdayî li Iraqê çêkiribûn, lê dizanîn, ku bê razîkirina Kurdan wê dewleta Ereban bi ser nekeve. Lew re di 24.12.1922ê de daxweyaneke Ingilîzî ‑ Iraqî derket, tê de "Mafê gelê kurd di avakirina hukumdariyeke kurdî ya otonom de di çarçiva dewleta Iraqî de " û "Para Kurdan di sermîriya gishtî de " hat diyar kirin. Berî wê Mustefa Ataturk di 01.11.1922ê "Meclîsa netewî ya mazin" ava kiribû, sultaniya osmanî rakiribû û xwe boyî peymaneke taze li ciyê peymana Sevres de amade kiribû. Hêzên wî yên leshkerî jî derbas herêma Rewandozê dibûn û sermîriya tirkî bangeshiya " Mafê Tirkiyê di wîlayeta Mûsilê de " belav dikir.

Di 21.07.1922ê de, di mizgefta " Seîd Hesen " de li shahnishîna kurdî ( Suleymaniyê ) yekemîn partiya ramyarî di dîroka tevgera netewî ya gelê Kurdistanê hat avakirin, bi navê ( Partiya Kurdistanê ), serekên wê jî Mustefa pasha Yamulkî, ewê ku berê General bû di leshkerê osmanî de û pisht re di dewleta kurdî de bû serekê dadmendan û wezîrê ragihandinê û bi wî re Shêx Mehmûd jî berpirsê partiyê bû. Partiya Kurdistanê ‑ PK ji maldar, ronakbîrên burciwa, serbaz, bazarvan û gundiyan pêda bûbû, daxwaza Kurdistaneke serbixwe, di bin saya avahiya civakî ya heyî de, dikir, ji xwe re hinde amancên aborî û çandî yên netewî dana bûn. PK sê salan berdewam kir û di sala 1925ê ji hev ket.

Ji ber ku Ingilîz pêdiviya hêza kurdî bo parastina lishtên petrolî yên, ku di wîlayeta Mûsilê de, didîtin, Shêx Mehmûd kar û barê xwe yê mîrî mîna "Shahê Kurdan" li Suleymaniyê berdewam kir, birayê xwe kir serekê wezîran û di sermîriya wî de 8 wezîr hebûn, Shêx Mehmûd bi xwe wezîrê parastinê bû, Kerîm Alaka yê (filleh) bo diraviyê, Muhemmed Xalib wezîrê hundirî bû, Heme axa wezîrê kar bû, Shêx Elî Kildirî yê dadmendiyê bû, Hecî Mustefa pasha bo ragihandinê bû û Mîrza Ehmed serekê Polîs bû. Ala kurdî jî bi van rengan bû : Kesek di hindir wê de bi giloverî rengê sor hebû, di hindir rengê sor de jî heyveka zer hebû. û boyî poste pûlek hebû, li ser wê du xencer hebûn û ( Hukmetê Bashûrê Kurdistanê ) hatibû nivîsandin.





Rojnamevaniya kurdî li Suleymaniyê li ser serxwebûna Kurdistanê dinivîsî. Rojname ya ( Rojî Kurd ) li ser têkiliya Kurdistanê bi sermîriya Iraqê re diyar dike, ku zanîna dîrok û cugrafiya xweya dikin, ku netewa kurd ji berê de yekbûneke bi serê xwe ye û bi cî buye. Rastiyên zanyarî diyar dikin, ku bingehên netewî yên va netewê hene û kurên wê ne kêmtir çand û sharistanî ne ji yên netewên dîtir. Di warê bazarvanî û çêkirinê de jî eger ji wan ne bashtir bin û di pirsa mafên mirovî de û di hebûna erd û rûnishtvaniyê de jî mîna wan in. Mafên netewî û sînorên herêmî yên, ku Koma Netewan bo wan gelan mîna mafekî biryar kirine, bo me jî biryar kirine û ji bo parastina para xwe ji wî mafî emê her qurbanekî pêwîst bidin.

Ji wê demê de navê Sovyêt û Sozyalîzmê di Kurdistanê de bi qencî û rindî belav bûbû, di straneka kurdî de li herêma Mukrî navê Lenîn dihat ser zimên:



" Lenîn estêrey gesh e

Helhat li ser Rûssiyat.."



Shêx Mehmûd ji ber ku bawerî bi Ingilîzan ne dikir û dizanî bo çi ew ji Hindistanê hatiye vegerandin, di 20.01.1923ê de nameyek bo Lenîn hinart, bi dirêjî li ser pirsa gelê Kurdistanê û têkiliyên bi shoresha azadiya gelan re rawesta, tê de dibêje:



" Em baweriya xwe bi sermîriya sovyêtî tînin û wê ji xwe re mîna pishtekî dinasin û ez dikarim tenê bibêjim, ku teviya gelê kurd gelê sovyêtî mîna rizgarvanekî rojhilat dizane û loma wî biryar dayî û amade ye, ku qedera xwe bi a gelê sovyêtî ve girê bide.. "



Lê em nizanin, ka Lenîn bersiva Shahê Kurdan da an na.





Shêx Mehmûd ji shêxên rêya qadirî bû, bi zimanên erebî, tirkî, farisî û kurdî xwesh dizanî. Mirovekî çavdêr ê îngilîzî yê bi navê Edmonds bû, digot ku Shêx Mehmûd fermanên Ingilîzan napejirîne, ji ber ku di nav bayê Kurdistanê yê sert de jiya ye. Lê rastî ew e, ku gelê kurd azadiya xwe dixwest. Edmonds dibêje, ku Shêx Mehmûd berî vegere Suleymaniyê soz da bû, ku li gel Ingilîzan kar bike û serdestiya wan bipejirîne, lê çaxa ew bi rê ve çûye Suleymaniyê û bayê Kurdistanê hilkishandiye, dît ku gelek mezinên Kurdan hatine pêshiya wî li Stationa Kinkirbanê û Major Noelê îngilîzî yê li gel wî bû, mîna qunsulekî xwe diyar dikir, ne mîna serdestekî.

Pishtî, ku Ataturk hêza xwe di Tirkiyê de xurt kir û ji Ewrupiyan re diyar kir, ku ewê saziya ewrupî di civat û aboriyê de bi kar bîne, Ingilîzan xwastin xwe nêzîk Tirkiyê bikin, bi taybetî berî girêdana Kongra (Lausanne ) û bi wan re li ser rewsha herêma kurdî ya tijî petrol biaxivin û bi rêyeke diplomasî wê herêmê di bin destên xwe de bihêlin. Li ser vê bingehê Lordekî Ingilîzî li gel Ismat Inunu di 20.11.1922ê de rûnisht û li ser wîlayeta Mûsilê axivt. Lê ji aliyê din ve, ev jî ji rovîtiya Ingilîzan tê, bi sê mezinên Kurdan re axivîn, ku ewan bi pishtgirtina Ingilîzan li hember Turkan rabin, gava Tirkan xwestekên Ingilîzan bi cî ne hînan.

Serekên Kurdan Shêx Mehmûd, Simko yê Shikakî û Mîrza Taha yê Nihrî bûn. Ji wan tenê Mîrza Taha hat xapandin û hêrish ser sharê Rewandozê kir, ew sharê, ku wê demê dîsa ketibû destê Tirkan. Lê hêrisha wî badlihewa çû û gelek Kurd hatin kushtinê. Ingilîzan dît, ku ewan nikanin zora Tirkan bibin û nikanin Shêx Mehmûd jî bixapînin, dest bi pîlaneke dijî gelê Kurd kirin. Bi sermîriya erebî ya Bexdayê re, daxweyaniyek derxistin, tê de gotin, ku sermîriya xwediyê Celaletê Brîtanî û sermîriya Iraqê dipejirînin û biryar dikin, ku " Mafê Kurdan di hevjînê û avakirina sermîriyekî kurdî de di hindir sînorên Iraqê de heye û herdu sermîrî hêvîdarin, ku Kurd di nava xwe de bigihin peymanekê li ser terzê sermîriyê û li ser sînorên, ku bo sermîriya xwe divên " û nûnerên xwe bishînin Bexdayê bo dan û standinê li ser têkiliyên wan ên aborî û ramyarî li gel sermîriya xwediyê Celaletê û sermîriya Iraqê.



Lê dîsa jî Shêx Mehmûd nehate xapandin û seriyê xwe ji Ingilîzan û ji dûvikên wan re danexist. Di wan deman de Kongra (Lausanne) ya yekê di Reshemeha (shubata) 1923ê de têk çû.



Shêx Mehmûd li ciyê, ku seriyê xwe ji Ingilîz û Erebên girêdayî wan re daxîne, têkiliyên xwe bi shêx û serekên (shîee) re li bashûrê Iraqê û bi taybetî li Kerbela û Necef xurt kirin, bi mebesta shoresheka kurdî ‑ erebî dij serdestiya Ingilîzan û sermîriya ajan a Bexdayê. Di wê demê de jî xwe amade dikir bo avêtina ser bajarê Kerkûkê. Bi ser de jî têkiliyên xwe bi malbat û serekên Kurdan re yên li bakur û rojhilatê Kurdistanê fireh dikirin.

Eve jî bo Ingilîzan mîna amadekirina serhildanekê dijî kolonyalîstan bû, lew re biryara tunekirina Shêx Mehmûd û dewleta wî dan. Di reshemeha 1923ê de ji Shêx Mehmûd xwastin, ku bi xwe re teviya endamên hukmetê xwe bîne û were Bexdayê. Shêx Mehmûd guh neda xwesteka wan û zanî bû, ku wê bi darê zorê bite gêrkirin û shikandin. Hema di cî de têkilî li gel hêzên Tirkan yên, ku li Rewandozê bûn çê kirin. Ingilîzan 20 balafirên ( Air Royal Force ) shiyandin ser Suleymaniyê bo hilweshandina baregehên dewleta kurdî, lê piraniya wan firokan di mij û dûmên de wenda bûn. Ji 03.03.1923ê de hêzên xwe li gel balafirên (Air Royal Force ) careka dî shiyandin ser sharê Suleymaniyê û bombe lê barandin, ji bombeyên ku neteqiyane, yek 250 kg bû.

Shêx Mehmûd ji bajêr derket û serokatiya leshkerê xwe bir shikeftekê ya li nêzîkî Serdeshtê bû û di 8ê Avdarê de rojnameyekî nû yê bi navê ( Bangî Heq ) derket, tê de banga cîhad û berxwedana netewî kir. Hêzeka îngilîzî ya bi top û tang ber bi Kioysenceqê ve û yeka dî jî ber bi Rewandozê ve çû, bi mebesta, ku tirk û kurd bi hev re alîkariyê dij Ingilîzan nekin. Kolonêl Ozdemirê, ku berpirsiyarê hêza tirkî bû li wir, di 22 Nîsanê 1923ê de ji Rewandozê kishiya û wilo Shêx Mehmûd bi tenê xwe ma, li hember leshkerê Ingilîz, leshkerê Erebên, ku bi wan ve girêdayî û cash, axa û maldarên dinên, ku ji ber hinde lishtên xwe yên kesanî, bûn dijminên gelê xwe.

Leshkerê Ingilîz yê fêrkirî û gelek bi çek û hêz, bi sher û pilan berxwedana kurdî shikand, di dawiya Nîsanê de Rewandoz stand û di 16.05.1923ê de ket hindirê Suleymaniyê. Lê ji ber ku berxwedana netewî berdewam kir, Ingilîzan dev ji bajêr berdan û komîtiya, ku dana bûn shûn sermîriya Shêx Mehmûd, di 14. 06.1923ê de ji kar derxistin. Lê berî, ku ji Suleymaniyê bi derkevin hinek guhartinên mîrî yên bo wan giring bûn, pêkanîn û teviya bajarên Raniya û Keladize ji bakur ve, Qeredax û Helbçe ji bashûr ve, Çeçemal ji rojava ve, ji Sulemaniyê cuda kirin û dan dest sermîriya erebî ya li Bexdayê bo wan ajanî dikir. Lêdana dî ya, ku li pishta Shêx Mehmûd ketiye ji dervey Kurdistanê ve hat, di 22.07.1923ê de peymana Lausannê giha biryarekê, ku "mafê gelê kurd di dewletekî serbixwe de nîne", ew mafê, ku di peymana sévres de berî sê salan di nav netewan de, bi amadebûna Tirkiyê û nûnerên Kurdistanê, hatibû pejirandin. va biryarê rê da herdu dewletên sitemkar (Tirkiye û Brîtaniya Gewre ) bo pelixandina daxwazên gelê kurd bilivin û Kurdistanê li gor daxwaz û lishtên xwe parve bikin.

Shahê Kurdan careke dî destê xwe danî ser shahnishîna xwe û bizava xwe bo berxwedaneke mezintir kir.

Di 16.08.1923ê de firokên Ingilîzî careke dî hêrish birin ser Suleymaniyê û bombe bi ser baregehên Shêx Mehmûd de barandin. Shêx Mehmûd hêzên xwe kishandin Berzence û pisht re çû Penciwînê û ji wir de hêrish heyanî tixûbên Suleymaniyê anîn. Dawî ji ber ku firokan gellek bombe barandin ser hêzên wî û dijî gelê kurd ramyariya sohtina erd û zeviyan, gund û çiyan derketibû, Shêx Mehmûd hêza xwe kishand Iranê.



Di 16. 11.1925ê de Koma Netewan sînorên di nava Tirkiyê û Iraqê de pejirandin û bi wî terzî bakur û bashûrê Kurdistanê ji hev birrîn û gelê kurd ji hev cuda kirin. Lê berxwedana netewî dijî Ingilîzan û sermîriya Iraqê berdewam kir. Shêx Mehmûd di Tîrmeha 1926ê de dîsa di sînorê re derbas dibe û herêma pishder de hêzên Ingilîzî, Iraqî û Iranî bi hevre dijî Shêx Mehmûd sher dikin, hema nikanin zora wî bibin, Shêx Mehmûd firokvanekî Ingilîz jî destegîr (êxsîr) girt. Lê ji ber ku firokên Ingilîzan her dihatin ser hêzên wî û ziyanin mezin digihandin wan hêzan û ji ber ku Ingilîzan ji roja, ku ketine Suleymaniyê de rêyên çûyîn û hatinê li hêzên kurdî birrî bûn, hêzên polîsî jî, ên gerok û ên yekser dimînin di herêmê de belav kiribûn, Shêx Mehmûd dît, ku çare nîne, li hember her sê dewletan û hêza wî ya ku di Penciwîn û Barzan de livbazî dikir, ew jî hêza wî ya giringtir bû, nema dikare hêrishên xwe pêsh ve bibe, di meha Çêleyê pêshîn de 1926ê, li gundê Xormal li gel Ingilîzan rûnisht û xebitî bi rêyeke diplomasî hikariyê li Ingilîzan bike, lê çi hode ji wa rêyê jî nehat. Ingilîzan ji wî xwast, ku ew dev ji xebata ramyarî berde û kurekî xwe bishîne Bexdayê bo xwendinê, Shêx Mehmûd nepejirand û bersiva Ingilîzan da, got: " Qedera min a xweyî ji min re ne giringe, lê ez nikarim bibînim, her tishtê ku min bo gelê Kurd hêvî dikir û jîna xwe jê re qurban kir wilo hilweshe ." Ingilîzan daxwazên Shêx Mehmûd ên ramyarî û netewî ne pejirandin, wî berxwedana xwe berdewam kir û di bin zora firokan de kishiya Iranê. Di salên 1927 ‑ 1931 de , Shêx Mehmûd carna bi qehremanî sher dikir û carina bi diplomasî diçû Ingilîzan, lê çi caran wan daxwaza gelê Kurd ne pejirand.



Di Hizêrana 1930 de peymana Ingilîzî ‑ Iraqî hat muhr kirin, a ku tê de Ingilîzan serxwebûna Iraqê pejirand, lê hemû tishtê dewleta nû xistibû bin lepên xwe, ji boyî ku Iraqê mîna stationekî li ser rêya Hindistanê bihêle.

Berî wê li bashûrê Kurdistanê komela " Gelî Yekîtî Kurdan " di Reshemeha 1930 de ava bû û kosaniyeke (berxwedaneke) gelêrî yê ramyarî di bajaran de dij bi Ingilîz û Iraqê nîshan da û daxwaza pêdakirina sermîriyeka kurdî ya di bin saya Koma Netewan de belav kir. Ingilîzan bi gullebarandinê li hember rêçûnên gelêrî derket. Shêx Mehmûd gelek daxweyan û belavok û gilî kirin, tê de xwe mîna qeralê Kurdistanê diyar kir û daxwaza " Idareya kurdî ya serbixwe“ kir , bo Koma Netewan jî daxawazên xwe bi rê kirin. Shêx Mehmûd sherê reshnîzamî (partîzanî) li rojhilatê Suleymaniyê û bakurê Helebçe gudand û di destpêka Avdarê de li Qeredaxê, Kifrî û heyanî çemê Diyalî sher kir. Di gundê Awbarîka de li bakurê Tozxirmato hêzên wî û yên neyaran bi hev çûn û demeke dirêj berxwedan kir û li dawiyê leshkerê erebî û yê Ingilîzî shikestin û Shêx ber bi ciyê xwe ve li gundê Pîran di rojhilatê Kurdistanê de çû. Lê gava bihîst, ku wê leshkerê farisî jî ji pash ve li wî bide, sê rojan bi Ingilîzan re dan û standin çê kir û li dawiyê di 13.05.1931ê de xwe da dest Ingilîzan û li penahiyê jiyana xwe bi birçîbûn û belengazî borand, heyanî roja 09.10.1956ê çû diyarê rehmetê.

Shêx Mehmûd, shahê Kurdistanê, yek ji rêberên berxwedana netewî bû, di dema ku hemû dijminên kurd bi hev re li hember daxwazên gelê me bi darê zorê alîkariya hev û din dikirin. Gelê me bi têkoshîna wî dê her serbilind be û wê ruhê berxwedanê di hishyariya Kurdistanê de her geshsh bike.



Jêder û serçavikên gotarê:

‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑------



bi Almanî:

1) Ferdinand Hennerbicler, ên ku bo azadiyê dimirin ‑ Dîroka gelê kurd, Edition S, 1988 Osterreich.

2) Fadel Khalil, Kurd îro, Europaverlag,1985 Wien

3) Zuhdi Al‑Dahoodi, Kurd ‑ dîrok, çand û têkoshîna bo jînê, Umschauverlag, Frankfurt 1987



bi Erebî:

1) Iraq dewleteka bi zorê ye, Pêresh, Kurdolociya Nr. 2,1986, London.

2) Jewad Mella, Kurdistan ‑ nishtiman û gelekî bê dewlet, Kurdolociya London 1985

3) Dr. Ezîz El‑Hac, Pirsa kurdî di salên bîstan de, Beyrût 1984

4) Idmon Xerîb, Tevgera netewî ya kurdî, Beyrût 1973

5) Dr. Bilec shêrguh, Pirsa kurdî, Qahîre 1930

6) Dr. Kemal Ehmed, Kurdistan di salên cenga yekê de, Bexdad 1984



û hinde pirtûk û nivîsên din..







Cankurd