PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Çend kilamên dila û govendê


Çend kilamên dila û govendê Li derhêla Qeyserî, Maraþ û Edenê
Temelî



Kilam, dîlok, govend, çîrok, destan, lîstikên zarokan, heykatên ku li þevên zivistanê gotin û hin girîngîyên çandeî-kulturî ruh û siruþt û xwezaya netewa a Kurd û Kurdistanîyan e, Min gelek qîmet dane cîranen xwe, lê ez rast bêm; me ji wan hindik qîmet girtin, li vira bi qutî yek nimune bidim.

Em Kurdên ku li Qeyserî, Meraþ û Edenê dijîn û li wan dor û deran bi Türkmen û Ewþer û Çerkez û ki Farsag an va yê di nav hev dane, Çerkez,dîlanen xwe bi Akordîen-Mizige, lêtexin û di meþînin, disterên. Ewþar bi dol û zirnen gelek ker û bi meqamen ku li hevhatin, ev meqaminav pî siselan jî çarin Turkmen garî civaten din bi folklorî dewlemendin, le em Kurdên van derî doran tu ixtiyace bi folklorî van ciranan nabîhzin û naxwazin, Lewra govend û meqamen çerkezan û Ewþaran bala me pirr nakiþîne

Le bi govend û meqamen Turkmenan va yekcarna em baldar dibin, Kurd û Turkmen li ali Edenê û li navçeyî Sevase gelek li hev qelivîye û ketiye nav heve, le disan jî van bernameyan ji sedî heftê heyþe Kurdine çimkî xemilandin-motîf-reha û bi fîguran xwe heman aþkera dibin

Dîlok û kilamen govende û yen evinî di jîyana nav gelî hêlê mede pirr pirrin, heta bîst si salî berê her bûk keçik û civanekî ji van kilaman ha di jêra sih û çil tenê kilam û megam disteran.

Temamî hîm û kok û ruha van kilaman gihþtikan hezî û dilovanîye, Ji yên dilovanî, evînî hinek nimune bidim;

Bayî teye guva guva

Bijkoj filtî sing ê gewre

çaven min li navberan ket

Her yek telaqa hingive


Disa nimuneyek;


Derî ade li min veke

Quraxek ezing bi mihneke

Zalime Dayikê te ku got; ku ew kîye

Mîya qer za va berxike

disa;

Dalliqevaxê di kortê da

Malê rindê di orte da

Min îþev xevnek be xevn dî

Ez girtime di ber te da

disa;

Ji Helebe virda erde

Seri biþo biskan berde

Ku merîyek bi dilî xwe nezawcîya

Jêra davîye kul û derde

Va çi îþ bû va çi îþ bû

Bega yaylan tîj be tij bû

Gotin rinda te dayîne

Bendê dilî min qotmîj bû



Subê rabe male av ke

Pêlê mene ser ra gavke

Eger dîlî te li min e

Têlek porê xwe di navke

Babetên kilamên dil tim ha dom nakin, hinek jî li bo mixrikên nav dewlemend û belengaz anin, weke ku tê zanîn dewlemend, yanji yên ku hal û wextê xwe baþ in naxwazin keçikên xwe bi lawên belangazan re bizewicin,

Li van deran li wan deran

Peya nagehþe sîyaran

Di hestîye bavî van axan nim

Keçkê xwe nadin xizmet karan



Li ber duwaran kal û pîr

Zar zeç maye bê þakir þîr

Felek me li te çi kir ku

Te em ha hiþtine feqir

Nakokîyên axa û þivên tu cara naqedin.

Pezî bavî te beng be benge

Xom berdilan ajot renge

Gotin nazlî a-rinda-te dayîne

Li xwe têxim bi tifangê

Balê dikiþînin ser fenek û felbazan,

Meri meran dewin tînin

Li ser cilê reþ dîtînin

yaman qayte devî xwe we

Qencî e þoran digerînin

Weke ku tê zanin di gundan da kesên ku paþbêjîtî dikin zêdetýr tên naskirin, le hin caran mirov nikare gihþtan naske.

Malen hana male mene

Qalê min û te dikine

Ku tu nedan li min guneye

Gunê min li sutî teye

Hin caran, ji ruyen van xebergerênanda hînek xirabîyen ku nen xwastin jî dibin, hin nexwaz yekcaran buxtanen pirr xirab jî dikin,

Keriyêk pezî min î Qusî

Soyxe î mêrat rengî hev talêsi

Ez hatim ku ez çi werim

Kebanî e heye le por î qusî

Talî-tujî û xweþîya jiyane jî di kýlamên dýlan da bi ziman te,

Çû li axa kî rawestî

Bi roj û þev qe nevestî

Me car ke têr hevdu nedî

Bi rehetî bi serastî



Ber derî me muxurbe ye

Gur digerin bi-be zurbeye

Xelk li kar û îþî xweye

Çave min î li bejnê teye

Kilamên ku li ser lorikan tên gotin gelek in

Lawik ji dergûþe xujî-xuþî

Bi þev û roj dadekiþî

Xeber hat ku lorik mirîyê

Ji tirsan þîre berên min kiþî



Nizanim ku kuda terim

Li berxike xwe digerim

Min lorika xwe wenda kir

Dîyar be dîyar lê digerim



La ber deri-li ber deri

Dayk runiþt bulxur diheri

ji lorik e xeber tune

Nizanim çi hate sêrî

Bav pir bi law û keçikên xwe va ru û çav nabe, çi gilî û qazincên xort û qizan hebin giþtîk li daykê ye;

Mûj û guzan biderîne

Alka* Fate min bizewcîne

Lawkî te hên î xurîne

Vî feqîrî bizewcîne,

Ez bawerim hûn gihþt ve dizanin, law berzewac e, dayik jî dibe; lawê min em feqîrin-belangazin, em te bi çi bizewcînin? paþe bihevra di fikirin, dibên; kereke me ê heye, dayik dibe; ba bavî te evarê were, ez jê ra bêm ba kere bifiroþe, em bi perê we te bizewcînin, evar dibe bav te, law dipe ku dayik bexs veke, le dayik pir ji wir nabe, law êdi bê sebre, dengî xwe bi bilindî tîne der; Dayê qalê kere bike, qalê kere bike!

Berê kel e virda xwar bû

Giha bi serda kevir nar bû

Berê dile te î li min bû

Çim henka ja-ji min sar bû



Ber derî malê bavî te yoqiþe

Mînê kewan hildikiþe

Ez bi qurbane bejnê zirav

Fistan jê ra yaqiþixe

Bi nanî tisî ra dikiþe



Jêr va hatin gihþt qantirin

Serê barî xwe kundirin

Zalim Bavî te ku tu neda

Ez jî derdî te dimirim

Yek caran rinda Mirov, bala taybetî dixwaze bo ku hinek naz û cê xwe bi cih wîne, hinek caran jî yar an jî yarê xwe bi tercube bike, li bo ve ji dilovan ewe ku tim baldar be, ba ne ji bîr kirin Mirov di bin dageri a qontrola yare daye,

Ji jêr da hat min nas nekir

Çi de dilda mi pirs ne kir

Fikra min bû min nekir

Min bi xwe destî bi xwe kir"



Baran barî hûr hûr weþand

Van cotkaran bîder reþand

Kî çi dibê bira bibê

We rinde gurçî a min xweþand

Evîndar, delalê xwe yek caran wek hinek tiþtên qenc dihesibîne, wer bi ziman tine, yek caran dike kevok, pirr caran li Xezala tîne, car caran, yarê xwe dike zozan, caran jî dike biroþek ku dikelî, yek caran gerdane sipî wek þîr dibîne, pirr caran jî dike gul, jê hingiv distîne, car caran dike þaxê çîyan, yek caran jî kela havînê,

Here avê, avê bîne

Li qirare derî me dîne

Tasek avî sar bi minde

Avê yaran çî þîrin e



Lê tembûr e lê tembûr e

Tel zirav e perde hûr e

Rabe rindê xwe li bake

Ez meyzekim dûre dûre

Dilovan, bi xwe pirr razî û bawervane, hincaran pirr dera xwe dipesine,

Hîni çîya ne hîni him jî pan e

Ketine navbera me û wane

Hele carkê bifikirin

Hine weke sulalê me hene

hin deran kî him lê hene



Hatim rinde te bibînim

Xwazgînîyên te biþînim

Dedine min bira bidin

Eger nedan direvînim

Meri meriþtan û Îqrarvanen me jî Dêrsim pirr dihatin, heykat û kilamên ku wana digotin kezeb û dilên me diþewitandin, li vir qalekê bikim û dixwazim di dûva þor û nivîsê xwe bi çarînekê biqedînim, Destbiray(Musaîp) bapîrî min digot; "Em giþt bi zincîran girê daybûn û kom kiribûn, di navbera koman de çil-pence metro hebû. Du, xûþk û bira, yek li seriyekî, yek li seriyekî dîn berdan û gotin herin hev hemaz kin (qucax kin) ev herdu zarok sê-çar salî bûn, bezîn, bervî hev dema ku bi gehsin hev û du, leþkeren xwînxwarî har gule (qurþûn) barandin bi ser her du zarokan da, û her yek bi hêlekê da ket"

Dema ku ev qala dikir ji çavan da li þuna hestiran xwîn dihat.

Dêrsimî ket teslim ne bû

Tirba beton dîsa vebû

Dil biçûko Seyit "Rizko"

Ketî, hate xwe û rabû

Çapaxçur Agirî Zîlan

Xwîn diherike ji gulan

Lê, îro êdî daha nîne

Xeberên xweþ tên ji malan,

Vala ne bûye va axa

Deng ra bû li deþt û þaxa

Pîroz be li Netaweya Kurda

Gel vegerî derûna xwe

Herê,þora xwe bigirim û bi çarînekê ve care nivîsa xwe xelas kim.

Dewrimcîno dewrimcîno

Tim li çîyan tim birçîno

Filore xwe yê dirîno

Valike xwe yê veresîno.

* Li ali me li hinek gundan bo dayke; Alle, Alko, Atê, Daye, Anê jî te gotin.