PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Afrîqa, Asiya û Europa binase - di kurdî de !



Da me ra pêbizanibe - bîryek ji zimanê kurdî:

…li ser BÛN, DIBÛN û HEBÛN

Bûn û hebûna jiyana me mirovan li va dinyayê zelaltir di zimanê kurdî de dihête têgihêjtin, sîrovekirin - bo nimûne navên sê qarrên (kêswerên) cîhana kevin li ser va glovarê:

1- Afrîka (Afrîqa, Afrîga, Afrîqiya, Afriqîyaw, Afrîkan, ...) bi zimanê me yê kurdî dihête wateyê cihê afirîna me, cihgayê çêbûnê: AFRÎ(N) + KA/GA/QA . Hemû pêzanînên nûjen va yekê pistrastdikin û dibêjin, jiyan, bi teybet jiyana mirovan (însanan: ayin-sanan) li Afrîqayê, li Kînyayê (kaniya, kahniya, kînayê, jêderka jiyanê) destpêkiriye.

2- Asiya (Asîya, Asîha, Asiyaw, Asiyan, Asiyana, Asîn, ...) bi zimanê me dihête wateyê çolên nenas, destên fereh, rojhilat, aliyên as, aso (ro, xur, taf) jê de hildide. Bayê asî ne xerpî (hûnik) e; jînwarekî asî yanê ne kedî ye. Navê Asiya, Aysa, Asîna, Sîna (bo keçan) li ba kurdan ji li ba gelên din pirrtir û balkêstir e.

3- Europa (Ewrûpa, Euruba, Ewirûpa, Hewruba, 'Ewrupa, Ewrepan, ...) bi zimanê dihête wateyê ewir û ba, pa, yanê cihên bi ewir û ba, bahoz, pahîz. Payên ewiran li Europayê kevin her tim dighêste erdê. Berf û qermîta li Europayê berî naka bi çend hezar sal diheliya û jê de gelek ewir û ba derdikeftin. Peyvên Europa û Arab (araba, araban, arba: Ar+Av) û Xarpî (xarbî, xiwarpî, xerbî, xeripî, xerpî: nerm, Rojava) ji yek jêderka kurdî ne.

Tu çih dibêje, bi kurdî çih dibîre?


Berlin di 31.05.2003 de

ABDALLAH OSMAN
osmanabdll@aol.com