PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



NEWROZ LI KURDAN PÎROZ BE!






Dema 21 ê adarê tê, þev û roj dibin yek, zivistan dawî tê û bihar destpêdike. Ev roja ha ji beriya 3000 hezar sal ve li Êran ê û Kurdistan ê wek hatina sala nuh,serê salê tê pîroz kirin.Gelên vê herêmê li serê kaþ û çiyan agîr pêdixin mizgîniya biharê didin hev. Li hawîrdor cejn û þahiye, keç û kurên ciwan çekên xwe yên xweþik û minasib li xwe dikin, govend digrin,dîlanê dikin.Dayikên wan xwarinên xweþ çêdikin û tevlî þahiyê dibin. Þer û kar tên rawestandin bi þahî aþîtî tê pîroz kirin.Dengbêj û hunermendên gel bi deng û awazên xweþ beþdariya vê roja ha dikin.

Dema mirov li dîrokê meyze dike dibîne ku di wan heyamên berê de li rohilata dûr û ya nêzik zanyariya wan gelan li ser sterik û astronomî geleki pêþketî bu,ew hesabên di wan deman de hatî kirin îro jî bi hesabên modern û bi teknîka nuh jî yek netîcê dide û wekhevî ya þev û rojê, hatina biharê di Newrozê de pêk tê.Ev roj buye nîþana destpêka xweþî û þahiye.
Kurdan jî wek yek ji gelên kevnare yên Êranê Newroz pîroz kirine û tevlî vê þahiya han bune. Lê çi mixabin gelek caran û digelek herêmên Kurdistanê de pîroz kirina Newrozê ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hatiye qedexe kirin. Ji ber wan sebeban Newroz di gelek cihan de buye efsane û gelê kurd ew roj pîroz kiriye bi awayê serî hildan li hember dijmînê xwe,di tariya þevê de li serê çiyayên Kurdistanê agîrê Newrozê hatiye pêxistin.

Tê gotin ku Zerdeþt di Newrozekê de li ber çemekî ku gelê herêmê lê Newroz pîroz dikir bi diyarî Xwedê dikeve û paþî wê dibe pêxember,dibe xwedî îlham û þehrezayî. Ev buyera ha di beriya zayînê de bi 600 salî di qewimê û zaneyên Cîhanê li ser vê yekê li hevin.

Dîse Ahmedê Xanî di Mem û Zîna xwe de beriya 350 salî qala pîroz kirina newrozê dike. Newroz wek min li jor jî got,gelek caran bi çîrok û awayê efsanewî jî ji aliyê kurdan ve hatiye gotin û pîroz kirin, wek efsaneya Dehhaq û Kawayê hesinker. Lê rastiyek heye ku gelê kurd ji zûde vê rojê, Newrozê wek cejnek netewî, wek sersala gelekî pîroz kiriye û wê her berdewam be bi pîroz kirina wê.
Îro newroz li her derê Kurdistanê, li Ewropa, Emrîka û li her cihê ku kurd lê dijîn bi þahî û dilxweþî tê pîroz kirin.

Bi hêviya ku cejna Newrozê bibe rêka serxwebûn û aþîtiyê ji gelê kurd re, NEWROZ pîroz be !!!



20 Adare 2001 / Reþîd Battê