PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Kiwexi ji kune u nerinek li diroka wan


Kiwexi bi gisti Kurde Ezidina.

iro nezike ji %90,e wan li Almanya dijin.

Malbatin je he di sale hafteyide barkiribun Almanya.

Dema go mijara politik li Tirkiye u bakure Kurdistane dijwar bu di sale hesteyida sistema cerdevaniya (Köy koricisi) dewleta tirka ya li hember hezen tekoşina gele Kurda dest pekir u

Ji ber go kiwexi ji wek hemu Ezidi,yen din ne amade,bun ji bo dewleta ku bi sede sala zilm u zordari li wan kir u go ew mina parezvane "kifre" didan xuyandin tevli şere li hember bira,yen xwe en kurd bibin biryar dan go ew ji Walate xwe koç bikin.

Ew misilmanen hinkar go ji aliye dewleta tirkan va destur digirtin bele li kurdistane alikari ji digirtin sebebek je ji ew bu ku Ezidi dest ji welate xwe berdan.

Nive salen heşteyi koçberiya kiwexya ber bi Almanya destpekir.

Kiwex,yen dawiji di bihara sala 1993 ji kiwex,e ber bi Alman, ya barkirin.

Weki din ji heji gelek malbaten kiwexi li başur,e bicuk e kurdistan (suriy) dijin .

Wan ji dest bi barkirina ji kurdistane kirina u ber bi Europa u bi pirani ew ji barkin Almanya .

İro di sala 2002 bitene neziki ji se bahra bahrik bitene li wir dijin.

Malbaten ko li wir dijin yan go li wir dijiyan di neziki sala 1926 bi serok,e haşira heverka Haco ra reviya bun wir ji bergo di wedeme ji hikimdariya wir di deste Fransiya debu.,

Bi alikariya Fransiya Haco u havalbenden xwe di nav wanda ji gelek Ezidi hebun Tirbespi(bi harabi Kahtaniye)avakiribun, di dema duvra gelek Ezidiya ji wir ji barkiribun di nav wanda ji kiwexi ji hebun .

Kiwex,yen go li wir mayin iro li Tirbespi u gunden derdoren we mina Otilce u Mala Habbas dijin.

Weki diji iro gelek Malbaten kiwexi li başure kurdistan,e (irak) dijin.

Van Malbatan hin je nezi sedsali li Çiya,ye Şingal (harabi Ain sifni) dijin ew ji, ji ber fermanen li ser Ezidiya yen sadsala 18 da u destpeka sadala 19,da ji kiwexe barkiribun u xwe li brayen xwe yen Ezidi girtibun.

Weki go rusipiyen gunde kiwexe ji newiyen xwe ra digotin di demeke ji herema Hekarya çun herema Serhadan.

Sebeba barkirina ji welaten wan te texminkirin go ji ber Misilmanan bu, ji ber go wan Ezidi be bahweri (be ol )diditin ji ber we yeke ji zordesti liwan dikirin.

Li Serhadan ji gelek salan dijin.

Le bele ji ber nexweşiyek di navbera wan u Ağe (seroke hesir) mecburman go ji wir ji barkin .

Sebeba nexweşiye ji di navber kiwex,yan u Gele herme kure axe bu.

Dibejın go kure axe hereme keçikek kiwexya go destgirtiya yekidin i kiwexi bu bi zore direwine u ji ber ve yeke ji pevçun di navbere kure axe u dest girtiye keçike da derkeve.

Di pevçuna li ber caven her du aliyan dest girtiye keçike kure axe dikuje.

Li ser ve yeke kiwexi u axe hereme bi şarte go kiwexi ji hereme barkin ji boyi go di peşe roje da naqoki di navbera wan da dernekevin li hew kin.

Dema go Kiwexyan ji serhadan barkirin ji çend mala pek dihatin.

Te gotin go ji se malbaten pek dihatin go ev herse malbat ji ji baviki bun yan go peşiye wan yek buya.

Ev herse malbat MUSI, SIMOKİ u SEROKİ bun.

Bele kiwexi ji bo ku naqoki dernekevin ji wi ware xwe ji barkin u di reda bıraki xwe ji wunda dikin.

Revungtiya kiwexya bi mehan u salan di dome ta go di dawiyeda li kiwexa iro bi cih dibin.

Karwane kiwexya di rewingiya xwe da ji hevdu qut dibe.

Malbata Muso linav sera çiya yen botane qelibin u li gunde Kerreşan, li herema Finike Batane ji bo demeke bi cih dibin le li wan hereman şopa pismamen xwe neditin, li wan hereman xwe weki mitirban dabun nişandan, saz bi desten xwe girtibun da go kes biwan nizanibe ku ew Ezidina.

Pişti demeke ji wir ji barkiribun u hatibun li sere geliye Hacikesan,e li Şkeften Elişewika deynin.

Li wir şopa pismamen xwe rastkin u ew sazen didesten xwe,da şikenin u ten cem pismamen xwe.

Malbata Şero,ji diser Çiya,yen Mawan re di ser Kerboran,e di ser nawala Ömerkan,re li herema Hezex,e(bi tirki idil) li gunde Xerabe Şeref bi cih bin.

Hin kes ji malbata Şero li gunde Xerabe Şeref u Şex hesene ji fakiri islamiyet,e dipejirinin. En go islamiyet ne pejirandibun, pişti go wan ji şopa pismamen xwe rastkirin u tekiliyen wan bi hevdura çebin ew ji ten cem pismamen xwe yen din li kiwexe bi cih dibin.

Bi vi avayi tevda li Gunde kiwexe bi cih dibin.

Hetani go kiwexi gihiştin hewdu u li gunde kiwex,e bi cih bun bihevra bi tifakbun (yekbun ), le bele mixabin pişti go deste Axa (misilman bun) kete nav wan hin bi hin ji hevdu kutkirin u di her naqokiya di navbera kiwexya yek bi yek giredaye xwe kirin.

Pişti go desten axe Heverka ketin nava kiwexyan (me beriji go kiwexi tev ji bavikine) tifaka di nava van da xera kirin hetani bi hevdu dana kuştin u ji hevdu kirin heft perçe.

Di dema berpirsiyariya Hesen,e Hacik u hetani ya Cengir,e Cahwer çar bavan (ji malbata Simo bun) berpirsiyariya kiwexe kirin , u pişti mirina Cengir,e Cahwer berpirsiyartiya kiwex,e bi raya tevayiya gundiya dan xwarziye wi Hesen,e Segven (ew ji malbata Muso bu).

Pişti mirina Hesen,e Segven berpirsiyari dane Xelefe,e Meşo (ji malbata Sero bu). Mixabin ji vir wehada desten axa betir ketin navwan .

Ji wir u ha da Axe mala Osman ( Serhan II.) fehl u fena dibendi kirin nav kiwexya u cindo li henber Xelef,e Meşo rakirin u jiwir u hada li kwexe dibendi çebu.

Le disa ji dile dijminen Ezidiya an ji Kiwexya rehetnebun.

Devleta Osmani ya bi deste axe hereme yen go bı Cindo, Hesene Dendel, Himedie Cahwer u Xelefe Meşo (mezine her car baviken kiwex,ya) dana girtin u kirin hepsa Merdine. Bi reya haval bende xwe, serok heşire misilmana u axa imperetoriya osmaniya dixwest da ku Ezidiyen serbixwe u ji xwe radi giredaye xwe bike yani go mecbure xwe bike. Ji wan her çar kiwexya sıseya je karibun bi bartil (rüşvet)xwe bidin berdan. Bartila wan ji jibo Mamure Osmaniyen Tirk her yeki ya keçek yan ji xwiçka xwe mecbur bun bidin.

Cindo, Xelefe Meşo u Hesene Dendel her yeki keça xwe weki bertil dana.

Himedie Cahwer ne keça xwe u neji xwiçka da u ji ber veyeke ji nehata berdanç

Hata iro ji kesi kiwexi nızane ta go çi bi sere wi hat.

Mamüren devlata Osmani bı pırani ji Kurden xayin u Axe Erba yanji ji malbaten serok heşira pek dihatin.

Armanca wan ji bi ve politikaye ev bu daku di nava gele kurdistane naqokiya çekın u wan bexin cıwakek be bahweri jı hev du ra.

Pişti go herse kiwexi ji hepsa tirka hatın berdan ji profakasyonen Axe u serok heşiren mısılmanan bı dawi nebun. Ezidiyen bi rumet u serbixwe ji bo hikimdaren Mısılman en Tirk u Axe u Serok Heşiren Kurden Mısılman e giredaye wan ji bo hikimdariya Mirowen Kurd u welate Kurdistane kelem bun. Xalefe Meşo serokek u xuyaki Eyidiya li herema xwe kelemeki diviya bu go be bırin di caven Axe Mala Osmenda. Ew neziki gişti malbata wi hatin şewitandin.

Li duv wira ji hem bere wi Cindo bi deste Axe mala Osmen hata kuştin da ku kiwexi ji binid be serok biminın, u Şerokiyen mayi ji bexin bin hikimdariya xwe u gredayi xwe bikin.

Pişti kuşitına herdo berpirsiyaren (seroke) kiwexya Hiseyne kure Hesenike Dendel berpirsiyariya kiwexe kir deste xwe. Bele Serok heşiren mısılmanan ew ji dan kuştin. Pişti Kuştina Hiseyne Hesenike Dendel kiwexi ji hev vekatahan u bun heft bavık.

İro ji Axe li kurdistane he politika xwe ya xayintiye u fesadiye di nava gele kurd da didominen. İro li dere di bin hikimdariya İmperatoriya Osmani yani ji go komara Tirkan dene Axe u serok Heşiren kurden xayin bi komkuji, pesturi u zore kirin go bakure Kurdistane bi gişti Ezidi je barbikin, bi nave sistema cerdevan ( bi tirki köy korucusu) go serokatiyan wan axe u serok heşiren kırımınel u xayın heji iro zordestiye li gele kurdistane dikin.

Nişte cihen gunde kiwexe iro dev je berdana. Kiwex ji bo axe mısılmana u cerdevanen kırımınel bu talana şer, li kiwex iro cerdevanen mısılman bı cıh buna u li gund camiyek ji xwer avakirin u nave gund ji kirin gunde islame (islam köyü).Ziyareta go ji bo kiwexya piroz ya bi nave Merawe ji aliye axe hereme Şexmus Çelebi ji mala osmen u leşkeren Tirka va hata xerekirin u dare we yen piroz go hın je …. sede sala kevnarbun hatın bırın u ji bo şevitandine hatın fırotın.

Nişte cihen kiwexe ji bo xwe bax, bistan u rez li kiwexe çiyandina u xwe ji bo jiyaneka duv direj li kiwexe amade dikin. Bele dive ew ’mısılman’ zanıbın go kiwexya di demak şer u zorda dev ji welate xwe berdan le heji koka xwe li kiwexe dibinin u we rojek be go le vegerin.






Ew nivis ji aliye Ömer Şahin bi alikariya mirowe wi u Xelefe Hese wa hatiya berhewkirin…..

http://www.kiwex.com