PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



HEVAL POL ROBSON






HEVAL POL ROBSON

Ey heval robson dengbêjê cîhan

Paþmêrê selam zana û insan

Gernas û rênas, dijminê Dalas

Di ser ava re, di ser çiya re

Rengê te ê reþ tê ber çavê me

Dengê te ê xweþ xweþ tê guhê me

Ev xebata te didî me hêrzan

Kêferata te didî me lerzan

Ev tevgera te ji bona insan

Pir jê ditirsin axa û dehqan

Xwedî sermiyan ji te ditirsin

Hemî xanedan ji hev dipirsin

Dibêjin reþik çawa þiyar bûn?

Destê hev girtin li ber me rabûn

Dalas ditirsî weke Mak-Arsî

Di ber piyan çûn pir tac û kursî

Xwedî sermiyan serê xwe hildan

Dibezin, dilerzin, dicivin, direvin

Ji meydan...



Ey heval Robson!

Ne tenê reþik ketin bin destan

Em jî sipî ne mane perîþan

Reben, belengaz, bindest,çarereþ

Birçî û tazî, tev jar û nexweþ

Gunhê me çi ye, ne sûc ne sebeb

Ketin bin destan ev Kurd û Ereb

Zencî û Hindî em hemî insan

Kê em hiþtine wisa perîþan

Nîzam, nîzam...

Nîzama hovan, ev nîzama xwar

Nîzama faþîst em xistin bin dar

Xwedî sermiyan, dezge koledar

Em kirin bêçar, em kirin bin bar

Kirin tar û mar...



Ey heval Robson,

Derdê min û te, ev derdê giran

Zordestiya ko kete nav cihan

Hin mezin, bilind, dehqan xanedan,

Hin reben bindest mane perîþan

Ji vî derdê me Markis îngilis

Bûne du rêzan, bûne du hozan

Lênîn Sitalîn rê þanî me dan

Pale þiyar bûn xebat û lebat

Roj hilat, roj hilat...

Xelas bû rojhilat

Roja sor, roja zer

Ji Mosko hate der

Tava xwe da Balqan da Elman

Xwe berdaye ser Çîn, Çîn
Çîna mezin, Çîna giran,

Þewqa xwe da Hind

Tev dagirt, cihan...



Ey heval Robson,

Karker û rencber, cotar þiyar bûn

Reben perîþan bi hevre rabûn

Bi tang û bi top, diçin þer û ceng

Li her der qîrîn li her der hewar

Li hawîr bû deng

Dixwazin azadî, serbestî wekhevî

Narevin...

Lê dijmin ditirsî, direvî,direvî..

Çi reþik, çi sipî, belengaz bûn heval

Dikujin koledar-xwedî gund, xwedî mal

Berepaþ direvin bayloz, xanedan

Malê wan malê wan,

Bû bela serê wan...



Tarîx, tarîx xiste nav sînga wan

Dilê wan, çavê wan,

Ev kelem ev mîz...

Dicivin, dikevin, di þer de direvin

Peykevin peykevin...



Ey heval Robson!

Me divê dinyake ko her kes dewlemend

Dinya bû buhiþt çi bajar çi gund

Ji bo her kesî fersend û mecal

Xwenda û zana, hozan û delal

Qesra me bilind, bexçe xweþ û rind

Em tev de dilxweþ li nav dimeþin

Tilûr diqiþin, cobar dixuþin

Çuqlî dihejin, pelik diweþin

Çiya pir bilind, dirêj, girover

Tîrêjê rojê xwe berdane ser

Dinya maye miþt, ji jîn, ji evîn

Xweþî tev dagirt

Her kes, her tiþt, her der...



Ey heval Robson

Fermo em herin

Serbest bigerin

Bixun, binerin

Bibênin bipirsin

Zorker nemaye ji kê bitirsin

Sinor nemane çibkin peseport

Dilxweþ û rûgeþ hemî keç û xort

Li vir xurînî bixun hingivîn

Li Mosko taþtê, firavîn li Çîn

Li Newyorkê þîv, li London paþîv

Çi reþ çi sipî tev bibin kirîv...


Firek bidin xwe, em herin Merîx
Destê xwe bidin Þêrîn û Zelîx


Zîka riwê te maçkî bimijî

Tîna dilê xwe bi te bikujî

Bêje ezbenî, bêje ezbenî,

Jola dikenî, Zika dikenî...

Dengê te ê xweþ herkes dixwazî

Wî dengê þêrîn...

Bêje ey heval, hevalê delal

Bi saz bi qêrîn...

Bimrî koledar, bimrî zordestî

Bijî azadî, bijî serbestî.



Ey heval Robson!


Ev cîhana xweþ


Besî teva ye çi sipî çi reþ
Divê derbas kin rû biken û geþ


Dewlemend serbilind,



Tev bi hev re rind...

Nemênin sêwî, birçî û tazî

Ne kuþtin, ne þer, ne qîr, ne gazî

Bi hev re herin tev kar û xebat

Heþt seet, çar seet, du seet

Pir xweþ e xebat

Bo milet û welat,

Ko bibin em bi kinc, bi xwarin

Bi xanî, bi ronî, xwenda û siwar

Li ber hev nanerin

Bûn heval, bûne dost, bûne yar

Hovitî nema ye...



Tev xwenda, tev zana, tev þiyar

Ev kevoka selam, pir xweþik pir ciwan

Baweþîn, baweþîn bikî ew li ser me li insan

Pir xweþ e ev cîhan

Tev evîn, tev de jîn

Ax... Cegerxwîn

Pir xweþ e ev cîhan...




Cegerxwin

1903 - 22 / 10 / 1984





Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !