PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bab C ( cîm ) : Dîwana Melayê Cizîrî


26. Dîsa ji nû bêhal e dil :
____________________


Dîsa ji nû bêhal e dil
Saqî werîn cama zucac
Muþtaqê xemra al e dil
Lê xweþ-i anîbit mizac

Saqî ko dêm mehweþ bitin
Kagul ji þêva reþ bitin
Qerqef bila ateþ bitin
Em dê bi wê dil kîn 'ilac

Da em bi wê dil hey bikîn
Pê sîne dax û key bikîn
Sed menzilan pê tey bikîn
Ew dê di seyrê kit rewac

Bê nûr û narê muhbetê
Bê neqþ û sun'ê qudretê
Naçîn meqamê wesletê
Nûrun lena we- l-leylu dac

Ev narê sîqala dil e
Da'im li wê qala dil e
Newroz û sersala dil e
Weqtê hilêtin ew sirac

Hetta bi nûra badeyê
Rengîn nekî seccadeyê
Dûr î ji wê þehzadeyê
Durdaneya gerden ji 'ac

Durdaneya gerden bilor
Reyhan ji ser werdên di Cor
Hey hey bi mestî têne dor
Xala li nik ferqê bi tac

Mihra te pir ebter kirîn
Xalan ji ber biskan derîn
Zulfa muselsel 'enberîn
Çîn çîn ji Çînê tête bac

Tenha ne Kurdistan didin
Þîraz û Yeng û Wan didin
Her yek li ser çehvan didin
Ji Espehan têtin xerac

Çehvên belek qewsên helek
Çerx û felek xalib melek
Fî hubbiha 'umrî delek
We-l-hubbu yecrî fî 'ucac

Þahid hezar reng xemmilîn
Reqs û sema pê kemmilîn
Îro Mela em sed dil în
Saqî werîn cama zucac




Melayê Cizîrî



*****