PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bab Y ( yê ) : Dîwana Melayê Cizîrî


96. Ey þehinþahê mu‘ezzem heq nigehdarê te bî :
____________________________


Ey þehinþahê mu‘ezzem heq nigehdarê te bî
Sûreyê »inna fetehna« dor û madarê te bî

Her kinarê pê ve wergêrî 'inanê himmetê
Zuhre bê peykê te û Kêwan rikêbdarê te bî

Dayima menzilgeha sûra te bit birca Þeref
Tali'ê ferxende û bextê se'îd yarê te bî

Seb'eyê seyyare û neh çerxê sergerdan bi vê
Girdiþ û dewrê 'eceb der xizmet û karê te bî

Mahitaba dewletê yek pertewek þem'a te bit
Afitaba ref'etê berqek ji enwarê te bî

Lami'-i fetha ezel berqê ji ber tacê te dit
Kewkeba se'da ebed necmek ji seyyarê te bî

Berqê subbûhî ko iþraqê li sed canan didit
Ew ko keþfa dil dikit remzek ji esrarê te bî

Rayeta fethê ji nesra te ko her menþûr-i bû
Þehsiwarê ferrê subhanî 'elemdarê te bî

Ney tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin
Sed wekî þahê Xurasanê di ferwarê te bî

Gerçi der iqlîmê rabi' hate textê seltenet
Padiþahê heft-i iqlîman selamkarê te bî

Çîmena sultaniyê yek laleyek baxê te bit
Gulþena xaqaniyê xarek ji gulzarê te bî

Ê ji emrê tey mukerrem serkeþî kit þubhê þem'
Ber serê tîxê te û meqtûlê mûkarê te bî

Þahibaz er çend-i perwazê bi bala bêt û ret
Dê di nêv tora te bêt û seydê þunqarê te bî

Þahê pirheybet didêrit lê bi sehmê zêde yî
Sa'eta xeflet xwiya bî kûz di bin barê te bî

Her serê dewlet hebit dê her di nêv benda te bit
Her kesê 'aqil bitin dê her di çokarê te bî

Ê divêt azade bit dê çehvnêrê lutfa te bit
Herçi istixna di dil ber minnet û parê te bî

Her kesê qestek di dil dê qest-i dergahê te kit
Ê di xatir ercû kit dê her ricakarê te bî

Ê ne dewletxwahê hedret bit ji nêva can û dil
Þubhetê ehlê þeqa ber qehr û azarê te bî

Ma bi 'êþ û noþ û þahî ew qeder 'umrê te bit
Çendekê salik mucedded bêt û bêzarê te bî

Her kesê ne j'can du'ago û senaxwanê te bit
Girtiyê qeyda te û amancê nûbarê te bî

Medrekê 'ilmê demîrê þemmeyek wesfa te hat
Wer ne key 'alem bi þe'nê qedr û miqdarê te bî

Qest û daxwaza Melê da'im ji can û dil ev e
Her di benda xizmetê pêþdestê dîdarê te bî



******



104. Îro ji nû pir ateþ im :
_____________________


Îro ji nû pir ateþ im
Dîsa ji remza dilberê
Mecrûhê qewsê pirweþ im
Tîr dane nêva cegerê

Tîr dan ji qewsê eswed e
Þehzadeya þîrînqed e
Kuþtî ne wek min çendsed e
Wê padiþah û beglerê

Wê beglerê pir kuþtine
Enguþt bi xwînê riþtine
Ma ehlê dil qet hiþtine
Sohtîne mislê mecmerê

Lê ez tinê ser ta qedem
Yekser disojim dem bi dem
Wesfên di 'iþqê ez çi dem
Nayên hisab û defterê

Wesfên evîn û 'iþqehê
Husn û cemala wê þehê
Nayêne þerh û medehê
Ehsen ji neqþê beþerê

Ehsen ji husna dêmdurê
Þîrînî û guft û surê
Sed zahid êxistin ji rê
Wê nazik û lebþekerê

Þekker di nêv lêvan e wê
Reyhan li dor sêvan e wê
Meþ'el di nêv þêvan e wê
Tîsê ji rengê fenerê

Fener niye nûra heq e
Husn û cemala mutleq e
Berq e spêd e û þefeq e
Zuhre we þemsa xawerê

Zuhre we mah û muþterî
Min dîn li dêmê enwerî
Zulfa muselsel 'enberî
Ser daye hewda kewserê

Hewda ji kewser çeþme tê
Ya cih di rewda qudretê
Herdem ji nû wê ser de tê
Xemrî we tayên 'er'erê

Xemrî di reþ zulfa herîr
Werbûn li dor bedra munîr
Birca ko hakim lê du mîr
Min dîn li textê kiþwerê

Textê di mîr û begleran
Meydanê coqa goygeran
Eslan û cotê meyxwiran
Mey dan þeraba saxerê

Saxer bi dest serxweþ we mest
Weqtê sehergeh dest bi dest
Xeflet du begler meyperest
Kuþtim bi derba xencerê

Kuþtim bi derba keyberan
Gezme w xedenga awiran
Remz û iþarat û suran
Dan dil ji nêva pencerê

Dan dil ji ber husna bi nûr
Berqa tecellaya sudûr
Lew sohtîyem wek kohê Tor
Hubb û evîna enwerê

Hubba te ma xweþ hiþtime
Her roj ji nû ez kuþtime
Yekser ji xwînê riþtime
Tîr û xedengên Mecerê

Gezmên di þîrîn nazikê
Derbên di wê rimbazikê
Çûyîne nêv dil gazikê
Min dad ji zulma dilberê

Dilber çi bêhed zalim e
Carek nekir pirsî li me
Lazim bi halê 'alim e
Lê pir didêrit xederê

Lazim bi qetla min divê
Hêj ev di dil marê þevê
Peykan di cergê da çevê
Bend kir bi þewka 'enberê

Bend kir kulab û penceyan
Dil ma di nêv iþkenceyan
Min ah ji dest wan xenceyan
Kok û kubarên dînberê

Remz û surên þîrînleban
Tîroj-i berqên kewkeban
Rêza muselsel 'eqreban
Gerdan li dora qemerê

Min dîn li dor bedra temam
Herfên di mektûb dal û lam
Wê pêþrewê batin revam
Yexma kirim sîmînberê

Sîmînbera neyþekerê
Ew horiya nisbet perê
Bejna þirîn dêmê zerê
Bo ji gulab û mawerê

Bo mawer û þîrînlebê
Wê xob û nûrên xebxebê
Bedra di Birca 'eqrebê
Kengê ji ber perdê derê

Bedra ji qudret lê du nûn
Ew qatila eswed'uyûn
Pir rakirin wê qetl û xûn
'Alem perêht yexmakerê

Herdem bi zulmê we d'sojî
Qelbê ji hubba tey tejî
Lazim dibêm min dê kujî
Kes nîne çîtin mehderê

Kes nîne ret mehder bikit
Bes girtiyan ebter bikit
Xemlê ji zêrê zer bikit
Þefqet li yekta biderê

Þefqê bi dîdarê xwe kit
Qesta birîndarê xwe kit
Þehîdê reþmarê xwe kit
Ê ser li fitla pêþterê

Fitlê siyah marê þevîn
Rêhan bi dor serwan çevîn
Axir bi selwê da revîn
Xef bûn di tayên çenberê

Xef bûn di nêv tora qizil
Îlan misalê ser li mil
Kuþtîn û jehr avête dil
Hêj kuþtiyên remza berê

Kuþtîne em þîrînlebê
Tehlîkeþên roz û þebê
Ger ez bibînim ew bi xwe bê
Nakim ji dil hêj bawerê

Ew nazika nisbet gulê
Camek ji kewser da Melê
Mest im ji ber qalu belê
Hetta bi roja mehþerê



******


110. Sebahu l-xeyri xanê min :
_______________________


Sebahu l-xeyri xanê min
Þehê þêrîn zebanê min
Tu yî rûh û rewanê min
Bibit qurban te canê min
Te'ale l-lah çi zat î tu
Çi wê þêrînsifat î tu
Ne wek qend û nebat î tu
Yeqîn rûh û heyat î tu
Heyat û raheta can im
»Sebahu l-xeyri ya xanim«
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê

Sebahu l-xeyri mesta min
Letîfa cam bi desta min
Xumar û meyperesta min
Tu yî meqsûd û qesta min
Ji meqsûdan tu yî bes min
Bibin ber çerxê etles min
Ji xeyrê te nevêt kes min
Bi reþtûzên muqewwes min
Di benda zulfê çewgan im
»Sebahu l-xeyri ya xanim«
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê

Ji wê zulfê ji wê bendê
Reha bim lê ji peywendê
Siyehçeþmê spîzendê
Te sohtim þubhetê findê
Þubhê þem' û þemal im ez
Ji ber hubba te lal im ez
De'îf im wek hilal im ez
Sifet goyîn dikalim ez
Vi bilbil ra bi evxan im
»Sebahu l-xeyri ya xanim«
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê

Vi bilbil ra þev û rojê
Li ser wê terh û biþkojê
Enîmahê þefeq rojê
Te sohtim þubhetê dojê
Ko dûr im ez ji wê horê
Tinê carek li ser sûrê
Ji Wadî-eymena Torê
Tecella kir di nêv nûrê
Ji wê sohtî dil û canim
»Sebahu l-xeyri ya xanim«
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê

Ji husna wê tecellayê
Yedê beyda û balayê
Çi wesfan bêm xeber nayê
Welê dil cezbeyê dayê
Ne hiþyar im ji wê berqê
Ji zertacê li ser ferqê
Spêde da heta þerqê
Belê naêximê ferqê
Ji derbê 'iþqê nalan im
»Sebahu l-xeyri ya xanim«
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê

Zerîf î nazik î þeng î
Sifethor î perîreng î
Bi rojê ra tu hevdeng î
Du reþtûzên siyehyeng î
Kiþandin lê ne wek caran
Xedengên qewsê nûbaran
Ji rengê þîr û mûkaran
Reþandin sîne wek baran
Ji wê derbê pir êþan im
»Sebahu l-xeyri ya xanim«
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê

Veke carek xet û xalan
Li ser wan mesned û palan
Bixwîne lê me 'ebdalan
Bibînin 'îd û sersalan
Îcazet dî me destûrê
Perîrengê sifethorê
Ji nêva zulmet û nûrê
Binoþîn mey di ferfûrê
Ji dil talanê xalan im
»Sebahu l-xeyri ya xan im«
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê

Ji þehkasa ko qerqef tê
Meya nûrîn muþerref tê
Niþanek dilberê keftê
Ji bo min her seher xef tê
Ji wê camê dinoþim ez
Seher lew ney li hoþ im ez
Ji 'amê lê dipoþim ez
Bi can her lê dikoþim ez
Ko xalib mest û sekran im
»Sebahu l-xeyri ya xanim«
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê

Were pêþber Melayê xwe
Þehîd û mubtelayê xwe
Bi þefqet ke liqayê xwe
Mela nemrit bi dayê xwe
Mesîhayê li bîmaran
Kesên geztî du reþmaran
Þehîdên þîr û mûkaran
Kirî amancê nûbaran
Li dîdara te heyran im
»Sebahu l-xeyri ya xanim«
Were bînahiya çehvan
Bibînim bejn û balayê



Melayê Cizîrî



*****